05:08 21 Nîsan 2018
    Mihail Bogdanov

    Bogdanov: Ji bo lîsteya beşdarên Kongreya Niştimanî em li benda erêkirina Tirkiyeyê ne

    © Sputnik / Maksim Bogodvid
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov diyar kir ku lîsteya beşdarên Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku dawiyê vê mehê li bajarê Soçiyê birêve diçe hatiye amadekirin û ji bo pesendkirinê ew li benda Tirkiyeyê ne.

    Mihail Bogdanov di konferanseke rojnamevaniyê de li ser pirsekê derbarê lîsteya beşdarên Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê daxuyaniyek da.

    Bogdanov ragihand ku lîsteya beşdaran amade ye û ji bo erêkirinê ew li benda Tirkiyeyê ne, "Sibe an dusibe em dê bi hevkarên xwe yên tirk û îranî re lîteyê teqez bikin û em hêvîdar in ku ji bo beşdarvanan vexwendnameyan bişînin."

    Bogdanov da zanîn ku li bendê ne ku Enqere derbarê lîsteya beşdarvanan de biryara xwe bide.

    ‘DÎROKA KONGREYÊ NEGUHERÎ'

    Ji aliyê din ve Bogdanov teqez kir ku dîroka kongreyê nehatiye guhertin û weke ku demek berê jî hatibû diyarkirin dê di 29 û 30 Rêbendanê de bê lidarxistin.

    ‘EM DÊ BI NÛNERÊN TIRK Û IRANÎ RE LI SER AMADEKARIYÊN KONGREYÊ CIVÎNEKÊ LI DAR BIXIN'

    Li gorî Bogdanovî dê li Soçiyê Nûnerê Taybet ê li Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev Rûsyayê temsîl bike. Cîgirê musteşarê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê Sedat Onal Tirkiyeyê, Cîgirê wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyin Caberî Ensarî jî Îranê temsîl bike.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Bogdanov bi balyozê Îsraîlê li Moskowayê Koren re mijarê Îsraîl û Filistînê axivî
    Bogdanov: Şêwirdarîyên li ser beşdarîya kurdan di Kongreya Dîyaloga Neteweyî de didomin
    Bogdanov: Kurdên ji bo Soçîyê hatinî vexwendin welatîyên Sûrîyeyê ne, lê ne yên Tirkiyeyê
    Bogdanov: Rûsya Herêma Kurdistanê wek parçeyek ji Iraqê dibîne
    Etîketan:
    Kongreya Diyalogê ya Niştimanî ya Sûriyeyê, Soçi
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de