06:31 27 Gulan 2018
Anatoliy Antonov

'Rûsya bo çavdêriya Kongreya Diyalogê dê ji Amerîka û endamên KENYê re dawetnameyê bişîne'

© AP Photo / Wong Maye-E
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Rûsya yê li Amerîkayê Anatoliy Antonov got, Moskow ji bo çavdêrîkirina Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê dê ji Amerîka û endamên daîmî yên din ên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re dawetname bişîne.

Balyozê Rûsya yê li Amerîkayê Anatoliy Antonov got, Moskow ji bo wekî çavdêr beşdarî Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê bibin, ku ev kongre dê li bajarê Soçî yê Rûsyayê were lidarxistin, dê ji Amerîka û endamên daîmî yên din ên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî re dawetnameyê bişîne.

Antonov ji bo Sputnikê axivî û got, "Rûsya ji bo kêşeya li Sûriyeyê bi rêyeke aştiyane were çareserkirin, amade ye li ser bingeha hiqûq navdewletî bi Amerîkayê re hevkariyê bike û vê hevkariyê xurt bike. Ji ber vê yekê Moskow ji bo çavdêrîkirina Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê, ku dê di 29-30ê Rêbendanê de li bajarê Soçiyê were birêvebirin, dê ji Amerîka û endamên daîmî yên din ên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî re dawetname bişîne."

Antonov herwisa anî ziman ku ev kongre dê pêvajoya Cenevê ya di bin hîmayekirina Neteweyên Yekbûyî de tê birêvebirin jî xurt bike û got, "Em bang li hemû aktorên navdewletî û herêmî yên bandora wan li ser geşedanên Sûriyeyê hene, dikin ku piştgiriyê bidin kongreyê."

Bi heman mijarî:

Rûsya: Deriyê Şirîkatiya Avrasyaya Mezin ji welatên Yekîtiya Ewropayê re vekiriye
‘Rûsya û Amerîka li Sûriyê ketina pêşbirka baregehên leşkerî’
PYD: Rûsya dê li himber operasyona Efrînê bêdeng nemîne
'Ger Rûsya destûrê nede Tirkiye nikare li dijî Efrînê operasyoneke mezin bimeşîne'
Prof. Tomar: Tirkiye û Rûsya di mijara Efrînê de li hev kirine
Rûsya: Balafirên Tu-160 ên stratejîk li herêma bêalî firiyan
Etîketan:
dawetname, KENY, Balyozê Rûsya yê li Amerîkayê, Anatoliy Antonov, Rûsya, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de