11:47 21 Hezîran 2018
Baregeha Leşkerî ya Hmeymîmê

Tîmên Taybet li Sûrîyeyê sabotajerên Hmeymîmê tune kirin

© REUTERS /
Rûsya
Lînkê kurt
0 30

Di daxuyanîya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de wiha tê gotin: `Di qonaxa dawî ya opersyona koma Hêzên Operasyonên Taybet a rûsî cihê koma sabotajker a terorîstan a li nêzê sînorê rojavayê Idlîbê hate kifşkirin. Dema terorîstan hewl dan ku mînîbûsa xwe siwar bin, ji alîyê tîma taybet a rûsî ve bi çekên mîsogerîya bilind `Krasnopol`ê hatin tunekirin.

Wezaretê destnîşan kir ku di dema operasyonê de hemû hêz û navgînên di pergala îstîxbarata leşkerî ya rûsî ya li Sûriyeyê anîtine rewşa amadebeşiya şer. Ji aliyê din ve wezaretê diyar kir ku, hêzên operasyonên taybet yên Rûsyayê, li hember terorîstên ku êrişê Hmeymimê kiribûn operasyonek li darxistin.

Gor agahiyên ku hatin dayîn, cihên terorîstan yên li bakurê Idlibê hat tesbîtkirin, di demeke ku wê terorîst li otobêsek siwar bana êriş hat kirin û hemû terorîst hatin kuştin. Her wiha baregeha ku terorîstan ji bo navgînên bêmirov bikar dianîn jî hat bombebaran kirin.

Bi heman mijarî:

Rûsyayê nûçeyên ku 7 balafir li baregeha Hmeymîmê hatine tehrîbkirin derewandin
Izvestiya: "Rûsya wê balafirên modernîzekirî bişîne Hmeymîmê"
Ozerov: "Emê li Baregeha Hmeymîmê pîsteke nû ava bikin"
Pûtîn, peymana hêzên rûsî ku daîmî li Hmeymîmê bimînin erê kir
Etîketan:
terorîst, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de