02:48 26 Nîsan 2018
    haleb

    Zaxarova: Rûsya, dev ji lidarxistina Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê bernade

    © REUTERS/ HOSAM KATAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Mariya Zaxarova anî ziman ku Rûsya dev ji lidarxistina Kongreya Diyaloga Navnetewehî ya Sûriyê bernade.

    Zaxarova di daxuyaniya xwe ya heftane de, di derbarê îfadeya dîplomatê amerikî  ya "Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê ya ku wê li Soçiyê bê kirin feyde wê ji pêvajoya Cenevrê re tune" de axivî. Mariya Zaxarova anî ziman ku "diyar e ku rola Rûsyayê ya li Sûriyê hesabê Amerîkayê nayê. Em dibinin ku Amerîka naxwaze li Sûriyê pêvajoyek çareseriyê ji dil bê kirin.

    Her wiha Zaxarova îfade kir ku êdî li Sûriyê şertên pêvajoya çareseriyê çêbû ne. Berdevka Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Mariya Zaxarova di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pêvajoya hilbijartina beşdaran ya ji bo kongreyê jî hêj berdewam e. Vê gavê hêj zû ye ku em bibêjin ka wê kî beşdar bin kî nebin. Em bi awayek hûrgulî li ser dixebitin."

    Bi heman mijarî:

    Binali Yildirim: Li zîrveya li Soçî dê biryareke giring were aşkere kirin
    TUROB: Ji Rûsyayê pêşniyara tura Soçî û Stenbolê hat
    Werzişvanên NATOyê li Soçî ne: Bersiva dijî toleyên ser Rûsyayê ye
    Dibe Soçî mahzuwaniya olîmpiyadan bike
    Etîketan:
    Beşdar, Civîna Soçiyê, Amerika, Mariya Zaharova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de