00:37 25 Gulan 2018
    Hakan Fidan û Hulusi Akar

    Wezareta Parastin a Rûsyayê ji Akar û Fidan re name şand

    © REUTERS / Osman Orsal
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor çapemeniya rûsî, Wezareta Parastin a Rûsyayê ji bo êrişa li hemberî baregehên Tartus û Hmeymîmê name ji Hulusi Akar û Hakan Fidan re şand.

    Rojnameya Krasnaya Zvezda ku weşana fermî ya Wezareta Parastin a Rûsyayê ye di nûçeya xwe de ragihand ku Navgînên Hewayî yên Bêmirov ku di 5ê Rebendanê de êrişî baregehên leşkerî yên Tartus û Hmeymîmê kirin ji taxa Muazara ya Idlîbê ku di bin kontrola muxalifan de ye rabûn. Idlîb di nava 4 herêmên kêmkirina herêmên gengeşî de ye û di Soçiyê de Tirkiye, Îran û Rûsya bibûn welatên garantor.

    Li gor rojnameya Krasnaya Zvezdayê, Wezareta Parastin a Rûsyayê ji bo ku Tirkiye rola xwe ya li kêmkirina herêmên gengeşiyê bilîze ji Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê Hulusi Akar û Misteşarê MÎTê Hakan Fidan re name şand.

    Herwiha Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya ajansa Reutersê ya Îlona 2017an de gotibû: “Rûsya wê li derveyê Idlîbê û Tirkiye jî li nava Idlîbê wê bergiriyên ewlehî bigre.”

      

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu derbarê Îran û Rûsyayê de daxuyanî da
    FP: Piştî serkeftina Rûsyayê, Siûdî piştgiriya leşkerî ku dida muxalifên Sûriyê dibire
    Hêza Hewayî ya Rûsyayê îsal plan dike 500 tetbîqatî pêk bîne
    Di artêşa Rûsyayê de heyama bombeyên xweajo destpê dike
    ENKSê: Rûsyayê em vexwendin civîna Soçiyê
    Etîketan:
    Wezareta Parastin a Rûsyayê, Hulusi Akar, Hakan Fidan, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de