22:11 19 Nîsan 2018
    Balafira Rûsyayê Tu-154 ku li Behra Reş ket

    Qurbaniyên balafira li Soçî ketî li New Jersey hatin bibîranîn

    © REUTERS / Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji bo 92 qurbaniyên ku di balafira ku ji Moskowê rabûbû ku biçe Sûriyê û di 25ê Berfanbara 2016an de li nêzî bajarê Soçî ketibû bahre reş, li bajarê New Jersey yê Amerîkayê doh merasîmeke bibîranînê hate li darxistin.

    Berdevkê Nûnerê Daîmî yê Rûsya yê li Neteweyên Yekbûyî Fyodor Strjîjovskî daxuyanîyek da Spûtnîkê û ragihand ku li bajarê Bayonne yê bi ser New Jerseya Amerîkayê ve, ji bo xebatkar û rêwiyên balafira leşkerî ku di nav wan de endamên Koroya Artêşa Sor ya navdar jî hebûn merasîmeke bibîranînê hate li darxistin.

    Merasîma bibîranînê îsal cara duyem hate li darxistin.

    Di merasîma danîna tacegulê de Şaredarê Bayonneyê û Nûnerên Dêra Ortodoks ya Amerîkayê, Senatorê eyaleta Virginayayê Richard Black û Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Rûsya yê li Neteweyên Yekbûyî Pyotr Îlyiçev jî amade bûn.

    Balafira Tu-154, 92 kesên ku di nav wan de 64 endamên Koroya Artêşa Sor jî hebûn vediguhastin, di 25ê Berfenbara 2016an de, piştî u ji Moskowê bilind bû, li Soçiyê ji bo dagirtina sotemeniyê xwe danî û piştî ku ji Soçiyê firiya bi 2 deqîqeyan ji radran wenda bibû. Ji balafira ku ketibû Bahra Reş kesek sax nefilitîbû.

    Bi heman mijarî:

    Motor û taximê daxistinê yên balafira Tu-154 a ketî hate dîtin
    Çavuşoglu ji bo balafira Tu-154 û Sûriyeyê telefonê Lavrov kir
    Balafir piştî rabûnê bi demekê ket: Mirî hene
    Li Kazakistanê balafir ket: 5 mirî
    Li Stenbolê balafir ji ser pîstê şemitî û şewitî
    Rûsyayê 4 balafir şandin Sûriyê
    Wê balafir êdî şipiya jî rêwîyan siwar bikin
    Etîketan:
    bahra reş, Rûsya, qurbanî, Pyotr Îlyiçev, Fyodor Strjîjovskî, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de