02:41 28 Gulan 2018
Vladimîr Pûtîn

Li Rûsyayê merasîma Noelê

© Sputnik / Alexei Nikolsky
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî baweriya Ortodoksan şeva Noelê roja jidaybûna Hezretî Îsa ye. Li Rûsyayê ji bo Noelê merasîmek hat lidarxistin.

Li gorî baweriya Ortodoksan şeva Noelê roja jidaybûna Hezretî Îsa ye. Li Rûsyayê ji bo Noelê merasîmek hat lidarxistin. Li Katedrala Îsayê Xelasker a Moskowayê ji bo Noelê mum hatin vêxistin û dia hatin kirin.

Xrîstiyanên Ortodoks li şûna teqwîma Gregoryen ji bo ku teqwîma Julyen bi kar tînin Noelê 7ê Rebendanê pîroz dikin. Merasîma li Katedrala Îsayê Xelas a Moskowayê Patrîkê Dêrên Ortodoks ê rûsî Patrik Kirill birêve bir.

Serokwezîrê Rûsyayê Dmitri Medvedev û hevsera wî Svetlana jî tevlî merasîmê bûn.

SEROKÊ RÛSÎ LI ST. PETERBURSGÊ TEVLÎ MERASÎMÊ BÛ

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Saint Petersburgê li Katedrala St.Simeon û Anna tevlî merasîma Noelê bû.

Televîzyona dewletê merasîm zindî weşand. Katedrala St. Simeon û Anna di serdama Stalin de hatibû hilweşandin, lê di sala 1991ê de piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetê katedral ji nû ve hat çêkirin.

 

 

Bi heman mijarî:

Li Rûsyayê yekem car jineke misilman dibe rakîbê Pûtîn
Bernameya Pûtîn û Medvedev a sersalê diyar bû
Pûtîn ji bo Serokê Ermenistanê peyama sersalê şand
Pûtîn peyama sersalê ji Esad re şand
Pûtîn: Teqîna li St. Petersbûrgê çalakiyeke terorî ye
Pûtîn bi awayekî fermî bû namzedê serokatiyê
Etîketan:
Serokê rûsî tevlî merasîma Noelê bû, Vlaidmîr Pûtîn, Saint Petersburg, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de