20:22 22 Hezîran 2018
Alîkariyên mirovî yên Rûsyayê li Sûriyeyê

Inguşetyayê ji bo Sûriyeyê 25 ton alîkariya mirovî kir

© Sputnik / Maxim Blinov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Rêveberiya Çavdêriya Agirbesta Rûsyayê li Sûriyeyê Albay Mihail Zavalkin diyar kir ku alîkariyên mirovî yên misilman û xiristiyanên li Inguşetyaya girêdayî Federasyona Rûsyayê berhev kirine gihane cihê xwe.

Zavalkin ji Sputnikê re ragihand, "Me ji saziyên sivîl ên Inguşetyayê bi qasî 25 ton alîkariya însanî stend. Di nava malzemeyên alîkariyê de xelatên sersalê, alavên kirtasiyeyê, çenteyên dibistanê û texteyên dibistanê hene."

Herwiha Zavalkin destnîşan kir ku di nava alavên alikariyê de madeyên xwarinê jî hene. Dê ev alîkariyên însanî bêyî ku li netewe û baweriyan were meyizandin bêne belavkirin.

‘BO ME RÛMETEKE MEZIN E'

Fermandara tabura polêsan Albay Muhammed Yevloyev jî got, "Ji bo ku malzemeyên alikariya mirovî yên ku li Inguşetyayê hatine berhevkirin gihaştina hewceyên li Sûriyeyê em kêfxweş in, ev yek rûmet e ji bo me."

Herwisa Yevloyev diyar kir, hêvidar im ku ex alîkarî hewceyên Sûriyeyê bi taybetî jî zarokan kêfxweş bike.

 

Bi heman mijarî:

Kurê Şah Pehlewî: Bi axaftinê nabe divê Amerîka alîkariya xwepêşandêran bike
Rûsya: Ji bo Derayê 2.4 ton alîkariya mirovî hat kirin
Leşkeren rûsî 2 ton alîkariya mirovî li Sûriyeyê belavkirin
‘Bexda destûr nade em alîkariya leşkerî bighînin hêzên Pêşmerge'
Trump: Em ê bi alîkariya Pûtînî kêfxweş bibin
'Hemû operasyon bi planên şêwirmendên rûsî û alîkariya YPGê bi ser ketin'
Yildirim: Heke Amerîka xwe mecburî alîkariya YPGê dibîne em jî mecbur in S-400an bistînin
Etîketan:
Alîkariyên mirovî, Alîkariyên mirovî yên Rûsyayê li Sûriyeyê, Inguşetya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de