18:05 24 Hezîran 2018
Lîstikên Olîmpiyadên Çile ya 2018an

‘Rûsya ji diyaloga Koreya Başûr û Bakur kêfxweş e'

© Sputnik / Ramil Sitdikov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Rûsyayê diyar kir ku ji amedebûna diyalogê ya di navbera Koreya Başûr û Bakur re kêfxweş e.

Ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jêderekî ji Sputnikê re axivî û got, "Em kêfxweş in ku herdu alî ji nû ve amade ne ku diyalogê destpê bikin. Em hêvîdar in ku ev trênda erênî bi rêkeftinên aştiyane û berbiçav were encamdan."

Koreya Başûr ji Koreya Bakûr xwestibû ku di Lîstikên Olîmpiyadên Çile de di asta bilind de xwestibû ku beşdar bibe, ev yek ji terefê Pyongyang hatibû qebûlkirin.

Wezareta Yekîtiyê ya Koreya Bakur Baek Tae-hyun diyar kir ku dê di hevdîtina 9 Rêbendanê dê li ser mijaran û çawaniyan û asta beşdaran were diyarkirin. Herwiha Tae-hyun teqez kir ku dê beşdarbûn an ne beşdarbûna Lîstikên Olîmpiyadên Çile ya 2018an a ku li Koreya Bakur lidardixe bê nirxandin.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un di axaftina xwe ya 1 Rêbendanê de diyar kiribû ku dibe ku ew şandeyekê ji bo Lîstikên Olîmpiyadên Çile yên Pyeongchangê yên 2018an bişînin û eşkere kiribû ku div ê mijarê de ew amade ne ku bi Seulê re biaxivin.

Bi heman mijarî:

Kîm bo Koreya Başûr ferman da: Dîsa vekin
Koreya Bakur : Biryara Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî sedema şerî ye
Koreya Bakur ‘pêşnûmaya gotûbêjkirina bernameya nukleerî' ya Amerîkayê red kir
Koreya Bakur ji DYAyê re: Em ê wek çalakiyeke şerî bihesibînin
Ji Koreya Bakur ceribandineke din a moşekên balîstîk
Etîketan:
têkiliyên Koreya Bakur û Başûr, Baek Tae-hyun, Kim Jong-un, Kore
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de