04:13 20 Nîsan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

    Peyama Pûtîn a sersalê: Dem dema bexşkirina xeletiyan û lihevhatinê ye

    © REUTERS / Kirill Kudryavtsev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji welatiyên rûsî re saleke bi sihet, kêxweş û serfiraz xwest. Herwiha Pûtîn peyamên bexşkirina xeletiyan dan û got dem dema lihevhatinê ye.

    Peyama Pûtîn a sersalê wiha ye:

    Dostên min ên hêja,

    Li pêşiya me saleke taze heye, em di erefeya saleke nû de ne. Ligel ku hersal em heman cejnê dijîn jî, hertim, ji me hemûyan re rojeke nû, xweş û bendewar e; em wisa bawer dikin ku di van xulekan de dê hemû daxwaz û hêvîyên mê pêk werin.

    Sersal, berî her tiştî ji bo me cejneke malbatî ye. Em vê rojê weke dema zaroktiya me bi xelatan, surprîzan bi awayekî germ û bi hêviyên heçku dê guhertinên girîng pêk bînin pîroz dikin. Ev hêviyên me ne, eger em dê û bavê xwe ji bîr nekin, wan bi parêzin, em dê qîmet bidine her dema ku bi wan re derbas dibe; em zarokên xwe, hez û hewesa wan, xewn û xeyalên wan baştir fam bikin, ger em dilê xwe ji naskiriyên xwe yên ku hewcedariya wan bi me heye re vekin û piştgiriya wan bikin dê hemû daxwazên me pêk werin.

    Alîkarîxwazî, dilsozî û qencî dike ku heyat rasttir û însanîtir bibe. Li sifreya malbatê, ligel heval û hogiran an jî li qadeke pîrozbahiyê… Her em li kû derê bin, rihê sersalê me tîne cem hev; teknolojiya hemdem derfetê dide ku em hestên xwe bi dostên xwe yên bi sedan, hezaran kîlometre dûrewar dijîn re parve bikin.

    Weke her sal ez sersala xebatkaran, erkdarên pîşesaziyê û leşkeriyê, nobedarên nexweşxaneyan, kesên ku balafiran an jî trênan bikar tînin bi awayekî taybet pîroz dikim. Em di vê şeva nûwaze de ligel hev in. Dilsozî, dostanî û fedakarî ya bi Rûsyayê re dike ku em gavên girîng biavêjin û serkeftinan mezin bidest bixin. Ez her kesê ku ked û emekê dide û baweriyê bi welatê me tîne ji dil û can pîroz dikim. Bawerî û xweşbîniya fambar her bi me re be.

    Dostên hêja!

    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan
    © Sputnik / Sergey Guneev
    Ji bo destpêka sala nû çend xulek man. Dem, dema ku em gotinên mişt hez bibêjin, xelatiyan bibexşînin, xeydan li paş bihêlin, hev himbêz bikin, ji hev re hez û hewesên xwe, eşq û evînên xwe bibêjin; dem, dama ku em hev bi hezê germ bikin. Hêvîdar im di sala nû de, di jiyana her kesî de, her malabatê de guhertin çêbibin. Her kes bi sihhet û tendurist be, zarok ji dayik bibin û me şên û şîn bikin.

    Ji we hemûyan re bextewariyê dixwazim. Aştî û aramî ya Rûsyaya me ya tekane û hezkirî be!

    Sersala we pîroz be! Sala we ya nû, 2018a we pîroz û bimbarek be!

    Bi heman mijarî:

    Bernameya Pûtîn û Medvedev a sersalê diyar bû
    Ji Şî pîrozbahiya sersalê bo Pûtîn: Hêvî dikim hevkariya me zêdetir bibe
    Pûtîn ji bo Serokê Ermenistanê peyama sersalê şand
    Pûtîn peyama sersalê ji Esad re şand
    Ji Pûtîn ji bo zarokê nexweşê pençeşêrê diyariya komputerê
    Ji Pûtîn bo Erdogan peyama sersalê
    Pûtîn peymana berfirehkirina baregeha Rûsyayê li Tartûsê îmze kir
    Pûtîn: Teqîna li St. Petersbûrgê çalakiyeke terorî ye
    Etîketan:
    Peyam, Pîrozbahî, Sersal, Daxuyanî, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de