15:01 22 Gulan 2018
    Hêzên Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê  (FSB)

    FSBê êrîşkarê Saint Petersburgê deteser kir

    © Sputnik / Igor Zarembo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat daxuyand ku Serwîsa Ewlehî ya Rûsyaya Federal (FSB) kesê li bajarê Saint Petersburgê li dijî marketekê êrîşa bombeyî pêk anîn hatiye desteserkirin.

    Di daxuyaniya Navenda Peywendiyên Gel a Serwîsa Ewlehî ya Rûsyaya Federal (FSB) de ev tişt hatin gotin: "Peywirdarên FSBê di xebatên xwe yên roja 30ê Berfanbara 2017an de nasnameya kesê ku di 27ê Berfanbarê de li Saint Petersburgê li dijî supermarketekê çalakiyeke bombeyî organîze kir û teqîn pêk anî, tespît kiriye û ev desteser kiriye."

    Di daxuyaniyê de herwisa hat derbirîn ku kiryarê êrîşa bombeyî ji bo lêpirsînê ji bo Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê hatiye radestkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Saint Petersburgê teqîn: 9 birîndar
    Li Edeneyê nêzîkî qereqola polîsan teqîn
    Li Kolombiya teqîn pêk hat: Herî kêm 30 kes birîndar bûn
    Di xeta borî ya xaza siruştî de teqîn: 60 birîndar
    Li New Yorkê teqîn rû da
    Etîketan:
    desteserkirin, êrîşkar, Saziya Ewlehî ya Federal a Rûsyayê (FSB), Saint Petersburg
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de