05:47 22 Nîsan 2018
    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê

    Rûsya nûçeya Reutersê ya derbarê Koreya Bakur de derewand

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku berovajî nûçeya Reutersê ku dibêje Rûsya ambargoên navneteweyî binpê dike û bi tankeran petrolê telîmî Koreya Bakur dike, em bi temamî li ser wan mueyideyane ku li ser Pyongyangê têne sepandin.

    Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihandin ku: "Rûsya bi temamî û bi awayekî teqez rêzê ji biryara mueyideyan re digre. Herwiha em dixwazin bibîrbixin ku (Di çarçoveya biryara Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2397an de ku derbarê Koreya Bakur de ye) derbarê teslîmatên petrolê de kota heye lê qedexeyeke teqez tuneye."

    Ajansa nûçeyan a Reutersê idîa kiribû ku tankerên Rûsya sê caran petrol veguhastine Koreya Bakur û radestkirin jî li ser bahrê pêk hatiye. Reutersê nûçeya xwe parastibû du jêderên ewlehiyê ku ji Rojavayê Ewropayê ne û îdîakiribûn ku ew nizanin bê haya Rûsya ji radestkirinê heye an jî çi qas petrol hatiye şandin.

    Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber ku Koreya Bakur meha borî moşekeke balîstîk a navbera parzemînan ceribandibû, bi yekdengî mueyideyên zexm li ser Koreya Bakur erê kiribûn. Li gor biryara ku di konseyê de 22ê Berfenbarê hatibû qebûl kirin de, divê îthalata petrola parzûnandî ya ji bo Koreya Bakur bi rêjeyeke ji % 90 bihata kêm kirin. Rûsya û Çînê jî piştgirî dabûn vê biryarê.

     

    Bi heman mijarî:

    Koreya Bakur ‘pêşnûmaya gotûbêjkirina bernameya nukleerî' ya Amerîkayê red kir
    Koşka Spî: Koreya Bakur dixwaze bi milyonan amerîkiyan bikuje
    Ryabkov: Xemnake ku hîn jî Amerîka û Koreya Bakur bo diyalogê pêşşertan pêşkêş dikin
    Amerîkayê dîsa derbarê Koreya Bakur de fikrê xwe guhert
    Koreya Bakur ji DYAyê re: Em ê wek çalakiyeke şerî bihesibînin
    Rûsyayê ji bo Koreya Bakur hişyarî da Amerîkayê
    Etîketan:
    petrol, nûçe, mueyide, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de