01:12 21 Nîsan 2018
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

    Lavrov henekê xwe bi wan îdîayên kir ku dibên ‘mudaxaleyî hilbijartinan kirine'

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov henekê xwe bi wan îdîayan kir ku dibên, Rûsya mudaxaleyî hilbijartinên hin welatan kiriye û bûye sedema encamên ku nayên xwestin. Lavrov got: ‘Ji ber ku em têkelî karên dewletên din dibûn me wext nedît em împaratorê Japonya têk bibin' û planên mudaxaleyê yên sala 2018an jî vegotin.

    Di bernameya bi navê Mejdunarodnaya Pilorama de ya NTV Rûs de ji Lavrov îdîayên ku Rûsya mudaxaleyî hilbijartinên serokkomariyê yên Fransa, referandûma serxwebûnê ya Katalonya û Brexita Brîtanya kirine pirsîn. Herwiha pêşkêşkar ji Lavrov pirsî di sala 2018an de hûn plan dikin ku bi berdewamî têkelî karên navxweyî yên dewletên din bibin.
    Lavro li ser van pirsan bi henekî got: "Wê qala hemû tiştên ku me îsal kirine nekir. Swêd, Danîmarka, Makedonya û Avûsturya we ji bîra kirin. Lewra em ji bo wan jî pir xebitîn, mudaxaleya karên navxweyî ne hêsanê."

    Lavrov weha berdewam kir: "Ji ber ku em bi van karan mijul bûn me karên din yên gelekî girîng ji bîr kirin. Mesela me bi Japonya re têkiliyên xwe yên kulturî bi pêş nexistin. Me împaratorê Japonya têk nebir. Bawer bikin ji bo vê yekê tişta ji destê me hat me kir. Lê wisa xuyaye dê du sala din jî wezîfeyê bike. Ji bo hinekî din li ser wezîfê bimîne li ber me geriya."

    Îsal Rûsya gelek caran bi tometa ku têkelî karên navxweyî ya welatên din bûye gelek caran hat sûcdar kirin. Ji van sûcdariyan ya herî derkete pêş ew bû ku, serkeftina Donald Trump a ku gelek kes ne li bendê bûn. Lêpirsîna derbarê ku Rûsya têkelî hilbijartinê bûye hîn jî li Amerîkayê berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov : Di doza Browder de, em dixwazin ku rêvebiriya Qibrisê bêalî be
    Lavrov û Wezîrê Brîtanyayê Johnson di civînê de avêtin ber hev
    Lavrov: Ez hêvîdar im ku civînên Cenevreyê erênî derbas bibin
    Lavrov li Moskowayê bîrdariya ku ji bo Karlov hatiye danîn bi merasîmekê vekir
    Lavrov sedema zêdebûna terorê li Rojhilata Navîn diyar kir
    Lavrov: Em giringiyê didinê ku Rojhilata Navîn neyê perçekirin
    Etîketan:
    hilbijartin, mudaxale, bername, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de