02:34 28 Gulan 2018
Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

Lavrov raza gewrbûna xwe aşkere kir

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, raza gewrbûna xwe di bernameya bi navê ‘Mejdunarodnaya Pilorama'(Dezgeha Birekên Navneteweyî) ya televizyona NTV ya rûsî de aşkere kir.

Pêşkêşkarê bernameyê Tîgran Keosayan, ji wezîrê rûsî pirsî: "Gewrbûna te, ji salên 1970an dema ku tu li Srî Lanka dixebitî maye gelo? Lavrov jî destnîşan kir ku ew her ku fersendê dibîne xwe dide ber tavê.

Lavrov got: "Dema ez diçim welatên ku tava wan zêdeye, ji bo laşê min gewrbûna xwe biparêze, kurt be jî ez hewl didim ku fersenda xwe bidim bertavê bikarbînim. Berê dema ku li Avusturya zivistanî min xwe kaş dikir jî min xwe dida ber tavê."

Lavrovê ku got ew hez ji kaşkirina li ser berfê dike weha berdewam kir: "Lê niha nikarim bo wê wext terxan bikim. Wezîr li gotinên xwe zêde kir ku ew xeyal dike ku rojekê li Soçiyê xwe kaş bike.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Ez hêvîdar im ku civînên Cenevreyê erênî derbas bibin
Lavrov: Hindek aktor pêvajoya çareseriya pirsa Sûriyeyê tengav dikin
Lavrov li Moskowayê bîrdariya ku ji bo Karlov hatiye danîn bi merasîmekê vekir
Lavrov piştî 3 salan cara ewil bi Klimkin re axivî
Lavrov: Li Idlîbê bi Amerîkayê re tu plana me ya hevkariyê tune ye
Lavrov: Amerîka li Rojhilata Navîn dixwaze peymana sedsalê îmze bike
Lavrov sedema zêdebûna terorê li Rojhilata Navîn diyar kir
Etîketan:
raz, fersend, bername, Sergey Lavrov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de