18:43 19 Nîsan 2018
    Putin’den kanser hastası çocuğa bilgisayar hediyesi

    Ji Pûtîn ji bo zarokê nexweşê pençeşêrê diyariya komputerê

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, komputerek diyarîyê zarokek ku li herêma Prîmorye bi nexweşiya pençeşêrê ketiye kir.

    Di daxuyaniya Ji Rêvebiriya Prîmoryeyê de wiha hat gotin: Cîgirê Serokê Herêmê Konstantîn Mejonov doh êvarî bû mêvanê Sereja Timofeyev. Demek berê Sereja rojbûna xwe ya 13em pîroz kir û komputerek dixwest. Lê ji ber nebaşiya aboriya malbata wî, nekarî bû bikiriya. Sereja nexweşê pençeşêrê ye û dahatiyên malbatê hemû li dermanên wî diçe. Ji ber vê diya wî ji bo daxwaza kurê xwe bi cih bîne, ji Pûtîn re nameyek şand.

     

    Li gorî daxuyaniya Mejonov, kurê ku ji ber rewşa wî ya tendurîstiyê bi tu kesî re naaxive,  bi tenê li ser rêya înternetê dikare bi hevalên xwe re têkildar be. Ji ber vê jî Pûtîn komputerek diyarî Sereja Timofeyev kir û sersala wî jî pîroz kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Tîşortekî bi wêneyê Pûtîn diyarî Pûtîn kirin
    Japonya, kuçikekî tuxmê Akîta diyarî Pûtîn dike
    Pûtîn li Qada Sor hokeya qeşayê lîst
    Pûtîn û Merkel Peymana Mînskê nirxandin
    Etîketan:
    nexweş, Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de