09:42 20 Nîsan 2018
    Baregeha Deryayî ya Rûsyayê Tartus

    Pûtîn peymana berfirehkirina baregeha Rûsyayê li Tartûsê îmze kir

    © Sputnik / Grigoriy Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewlet Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêşnûmaya peyamaneke nû ya di navbeyna Rûsya û Sûriyeyê îmze kir. Li gorî vê yekê dê baregeha li Tartûsê veguhere baregeheke berfirehtir ku keştiyên nukleer ên sotemeniyê jî lê bicih bibin.

    Li gor biryarnameya ku 21ê berfanbarê de li binbeşa parlementoyê Dumayê û 26ê berfanbarê de serbeşa parlementoyê derket, tevgerên keştiyên rûsî yên leşkeri hatin zelalkirin. Li gor qanûna nû keştiyên nukleerî jî tev de di heman demê de 11 keştî dikarin bi hev re li lengergehan bisekinin.

    Li gorî peymanê dê parêzbendiya personelên ku li baregehê bixebitin, mürettebata keştiyê û milkên baregehê hebe.

    BIAKRANÎNA ÇEKAN DÊ LI GORÎ RÊKEFTINÊ BE

    Di belgeyê de herwiha tê destnîşankirin ku dê bikaranîna amûrên peywendiyê û yên herba elektronîk jî dê bi şert mimkûn be.

    Pûtîn pêşnûmaya ku hefteya bihûrî bo parlementoyê hatibû şandin û 18ê çileye 2017an  îmzekiribû 20 Berfanbarê hatibû weşandin dê 49 salan di meriyetê de bimîne û paşê ji heta 25 dikare dema wê were dirêjkirin.

    Herwiha di peymanê de hate teqezkirin ku bi peyma tevahî ji bo bergiriyê ye û tu welatên naxe hedef ji xwe re.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de