08:13 23 Nîsan 2018
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

    Lavrov: Di navbera Moskow û Washington de Perdeya Hesinî tuneye

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku di têkiliyên Rûsya û Amerîkayê de Perdeyeke Hesinî ya nû tuneye û ev têkilî dê baştir bibin. Lavrov diyar kir ku planeke hevdîtinê ya Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump nîne û balkêşand ser pirsa derbarê Koreya Bakur de.

    Lavrov ji RIAyê re axivî û diyar kir ku di roja me de ji bo têkiliyên Rûsya û Amerîka dê nebe ku îfadeya ‘perdeya hesinî' were bikaranîn ku ji sala 1945an heya sala 1991ê, qadên pevçûnên îdeolojîk û sînorên fizîkî pênase dikirin.

    Lavrov da zanîn ku ji ber hin gavên Washingtonê di têkiliyên de hinek kêşe deriekvin û ji bo van gavan jî, dest danîne ser milkên diplomatîk yên Rûsyayê û fişarên li ser çapemeniya rûsî û li ser dîplomatên rûsî nîşan dan.

    ‘DÊ TÊKILÎ BAŞTIR BIBIN'

    Lavrov aşkere kir ku, hin sedem hene ku mirov ji bo têkiliyên du alî xweşbîn be. Lavrov got: "Wextekî li Amerîkayê herkes ji ber ku êrîşên ku Joseph McCarthy ve hatibûn organîzekirin westiyan, di rewşa niha de ez difikirim ku di têkiliyên me de hişyariyekê destpê kiriye û dê başbûnek jî pêk were

    ‘KÊŞEYA SEREKE YA AMERÎKA EWE KU BERJEWENDIYÊN HEMBER HEV RAÇAV NAKE'

    Lavrov diyar kir ku Moskow ne aliyê dubendiyê yê lê, dê bersivê bidin gaveke ku Washington biavêje û weha berdewam kir: "Em ê partnerên xwe bikşînin ser prensîbên ku divê diyalog were ava kirin û em ê helwesta xwe biparêzin. Kêşeya sereke ya Washingtonê ewe ku berjewendiyên du alî darîçav nagire. Bêyî vê başkirina têkiliyan û di mijarên navneteweyî de hevkariyeke karîger ne mimkûne."

    ‘RÛSOFOBIYA AMERÎKAYÊ GIHAŞT ASTA PARANOYA YÊ'

    Lavtov diyar kir ku Rûsofobiyaya li Amerîkayê êdî gihaştiye asta paranoyê û weha berdewam kir: "Gelek kêşe hene. Rûsofobiyaya ku Washington dorpêç kiriye û êdî gihaye asta paranoyayê. Ev rewş nahêle ku em di qadên giring yên ji bo welatên me de gavên giring biavêjin, di qada navneteweyî de dibe sedema rakeşiya zêdetir."

    ‘DI NAVBERA PÛTÎN Û TRUMP DA LI SER HEVDÎTINEKÊ NAYÊ AXAFTIN!

    Lavrov, derbarê ihtîmala hevdîtineke di navbera Vladîmîr Pûtîn û Donald Trump de jî weha axivî: "Li ser vê mijarê nayê axaftin, lê bêlê têkiliyên di navbera serokan de van rojên dawî zêdetir bûn. Di van têkiliyên de gelek rojevên du alî û navneteweyî tên axaftin. Ji bo hevdîtineke din dîrokeke ku qala wê tê kirin tuneye.
    Lavrov, destnîşan kir ku Pûtîn û Trump di çarçoveya Yekîtiye Aboriya Asya Pasîfîkê de rû bi rû hevdîtin pêkanîbûn û paşê jîdi 21 Mijdar û 17 Berfenbarê de di telefonê de aaxivîne.

    ‘HEWLDANÊN KU LI SER KOREYA BAKUR FIŞAR BÊN SEPANDIN XETERNAK IN'

    Ji hêla din ve Lavrov derbarê Koreya Bakur de jî axivî: "Rûsya dê daxwaza Pyongyangê ku dixwaze bibe hêzeke nukleerî ne bi erênî pêşwazî dike ne jî dê pêşiyê li vê yekê veke. Lê belê hewldanên çewisandin û fişarê yên li ser Koreya Bakur jî xeternak in. Ji devla ku ji bo cezakirina Pypngyangê xetên sor werin xêzkirin, em alîgirên wê yekê ne ku gavên ji bo ku nîvgirava Koreyê ji çekên nukleerî were paqij kiri bên avêtin. Dorpçeke li ser Koreya Bakur de bibe sedeme bobelatên mirovî.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Tillerson hevdîtin pêk tînin
    Lavrov daxuyaniyên Amerîkayê yên derbarê Koreya Bakur de şermezar kirin
    Lavrov li ser biryara Amerîka ya derbarê RT de axivî: Pûtîn çi gotibe em ê wê bikin
    Lavrov: Amerîka heke dixwaze ku Koreya Bakur tune bike, bila nêta xwe aşkere bike
    Lavrov: Di navbera polîtîkayên Trump û Obama de cudahiyeke gelekî biçûk heye
    Lavrov mijarên sereke yên civîna Soçiyê eşkere kirin
    Lavrov: Em piştgiriyê didin hewlên Siûdî yên pevxistina muxalefeta Sûrîyê
    De Mistura: Ez ê li gel Lavrov û Şoygû Cenev û Konferansa Sûriyeyê gotûbêj bikim
    Etîketan:
    rûsofobiya, Moskow, têkilî, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de