10:19 24 Çile 2018
Zindî
    S-400

    Dîroka sewkiyata moşekên S-400î bo Tirkiyeye diyar bû

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê şirketa pîşesazî ya parastina Rûsyayê Sergey Çemezov di axaftina xwe de ragihand ku hetanî dawiya 2019an wê sewkiyata moşekên S-400î bo Tirkiyeyê were destpêkirin.

    Serokê şirketa pîşesazî ya parastina Rûsyayê Sergey Çemezov pirsa rojnamevanan ‘gelo kengî sewkiyata S-400î bo Tirkiyeyê dest pê dike' bersivand û got: "Hetanî dawiya 2019an wê dest pê bike."

    Sergey Çemezov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê pêşî Peyman were îmzekirin." Lê Çemezov bersiva hejmara moşekên ku bo Tirkiyeyê dê were şandin neda.

    Çemezov ji bo pirsên ku peymana krêdiyê wê kengî bi Tirkiyeyê re were kirin got: "Divê hûn van pirsan ji Wezareta Darayî ya Rûsyayê bikin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Moşekên S-400î wê li Baregeha Akinciyê werin bicihkirin'
    Erdogan: Ji bo moşekên S-400î me îmze avêt û em bi biryar in
    Kalin: Standina moşekên S-400î nêzî encambûnê ye
    Ji balyozê tirk daxuyaniya moşekên S-400î
    Wezîr Işik: Bi lezgîn pêwistiya me bi moşekên S-400î heye
    Etîketan:
    Moşekên S-400î, Sergey Çemezov, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de