17:38 25 Gulan 2018
Ala Filîstînê - Xeze

Filîstîn dixwaze Rûsya malevaniya gotûbêjan bike

© REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Şêwirmendê Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas, Nabîl Shaath got ku Rûsya dikare malevaniya mizakereyên Rojhilata Navîn bike.

Shaath da xuyakirin ku li demeke nêzîn îhtimal e Ebas serdana Rûsyayê bike û wiha axivî:

"Em naxwazin Rûsya bi tena serê xwe gotûbêjan birêve bibe. Lewra em navên careke din bi heman kêşeyan re rûbirû bibin. Em komcivîneke navdewletî ya ku Rûsya jî bibe beşek jê dixwazin. Biryara civîna ewil a li Moskowê, li sala 1991ê Madrîdê û li 2005an jî li Annapolîsê hatiye dayîn."

'EBAS LI ŞÛNA XWE EZ ŞANDIM MOSKOWÊ'

Shaath li ser serdana Ebas ya Moskowê jî ev agahî dan: "Berî niha gelek caran hatiye Moskowê. Dê ji niha şûnde jî were Moskowê. Lê belê ji ber ku piştî serdanên Qeter û Erebîstana Siûdî dê biçe Parîsê jî, li şûna xwe ez şandim. Divê em di karê xwe de hevbeşiyê bikin."

DÊ LI SERÊ 2018AN JI NÛ VE SERLÊDANA NYYÊ BÊ KIRIN

Shaath herwiha diyar kir ku dê Filîstîn di meha Çileya 2018an de, ji bo endambûna tam a Neteweyên Yekbûyî ji nû ve serlêdana xwe bike.

 

Bi heman mijarî:

Balyozê rûsî Andrey Karlov di salvegera mirina wî de hat bibîranîn
Macron bersiva Esad da: Li şûna ku biçe xwe daye benda DAIŞê
Koreya Bakur ‘pêşnûmaya gotûbêjkirina bernameya nukleerî' ya Amerîkayê red kir
Asayîşa Silêmaniyê bi ser NRTyê de girt, pexşa televizyonê hat rawestandin
Koşka Spî: Koreya Bakur dixwaze bi milyonan amerîkiyan bikuje
Etîketan:
Rûsya, Filîstîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de