04:17 20 Nîsan 2018
    Nigekî jêkirî li nava xirbeyên Deraayê

    FSB: Terorîstên ku li Iraqê têk çûn dîsa organîze dibin

    © REUTERS / Alaa al-Faqir
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Serwîsa Ewlekariyê ya Rûsyaya Federal (FSB) Aleksandr Bortnikov: Grûbên terorîst yên li Iraq û Sûriyê cardin hêzên xwe top dikin û dişînin derveyê Rojhilata Navîn.

    Aleksandr Bortnikov di Civîna Serokên Ewlehiyê yên Koma Dewletên Serbixwe (KDS) de axivî. Bortnikov di axaftina xwe de got ku grûbên terorîst yên li Iraq û Sûriyê têk çûbûn cardin hêzên xwe top dikin û dişînin derveyê Rojhilata Navîn.

    'RÊBAZ GUHERANDIN'

    Aleksandr Bortnikov di axaftina xwe de bal kêşan ser ku van grûbana rêbaz guherandin. Di rêbaza wan ya nû de serokên wan ji endamên xwe dixwazin ku bi êrişên xweser cîhadên otonom bikin.

    'IHTÎMAL E EV KES DERBASÎ WELATÊN KDSê BIN'

    Aleksandr Bortnikov axaftina wiha domand, Efxanistan îro bûye navenda wan. Vê gav li wir baregahên wan hene. Ihtîmal e ku endamên van grûbên terorîst ji van deran derbasî welatên serbixwe bibin. Bortnikov di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku koma dewletên serbixwe 11 korîdorên ku van grûbên terorîst ji bo Sûriyê bi kar dianîn girtin.

     

    Bi heman mijarî:

    FSB: Li St. Petersburgê 7 endamên DAIŞê hatin desteserkirin
    FSB: 2 alîgirên DAIŞê ku amadehiya êrişê dikirin, hatin desteserkirin
    FSB: Birayê êrişkarê St. Petersburg Azimov hate girtin
    FSB: ‘Du kesên ku amadekariya êrîşa terorî dikirin hatin kuştin'
    Pûtîn ji ber kuştina Karlov ferman da FSB, SVR û Karên Derve
    Etîketan:
    organîze, rêxistin, KDS, FSB, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de