18:42 19 Nîsan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Divê Rûsya ne terpile, ji rêya ku tê de ye venegere

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku divê Rûsya di mijarên zanyariyê, çandê û mijarên civakî de bibe dewleteke sereke û di vê mijarê de gelek ked daye û got, "Divê ji rêya ku em ketine venegerin."

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn Di Foruma Çalakiyê ya Eniya Gel a Rûsyayê de axivî û diyar kir ku Rûsya li hember zor û zehmetiyan têdikoşe û li hember vê yekê bi awayekî xurt xebatan dimeşîne.

    Pûtîn teqez kir ku divê li ser van mijarên bê xebitandin; avakirina aboriyeke nû, pêşdebirina aboriya Arktik, Rojhilatê Dûr û Sibiryayê, bergiriya nifûsê û geşedanên teknolojiye.

    ‘DIVÊ EM BIBIN WELATÊ SEREKE'

    Pûtîn di derbarê refaha gel û tunekirina xizanî û newekheviya de ev tişt gotin, "Hemû derfetên me hene. Me gelek tişt kirin. Ji bo geşedana me teqez em dê van çareser bikin. Divê em di derbarê zanyarî, çandê û pêşdeçûna civakî de bibine welatê sereke. Herwiha divê em kevneşopiya xwe biparêzin. Li pêşiya me wezîfeyên wiha hene. Divê Rûsya teqez ne terpile, berevajî wê her tişt ji serî de destpê dike."

    Herwiha Pûtîn derbarê girîngiya pêşdeçûna tibbê, perwerdehiyê û teknolojiyê de jî axivî û got, "Divê em di mijarên wiha yê global de bîgane nemînin."

    Bi heman mijarî:

    Pûtin ji Aliyev re got: Têkiliyên me stratejîk in
    Pûtin li ser beşdarbûna xwe ya hilbijartina 2018an daxuyanî da
    Şoygu, spasiya wan leşkeran kir ku di serdana Pûtin ya Sûriyê de ewlekarî pêkanîn
    Pûtin: Di serdema Trumpî de ji dêvla ku têkiliya me bi Washingtonê re baş bibe zirar dît
    Etîketan:
    geşedan, pêşdebirin, tib, zanyarî, aborî, Welatê sereke, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de