05:14 21 Nîsan 2018
    Lavrov, peykerêku ji bo Anrey Karlov hate danîn vekir

    Lavrov li Moskowayê bîrdariya ku ji bo Karlov hatiye danîn bi merasîmekê vekir

    © REUTERS / Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di salvegera kuştina Balyozê Rûsyayê li Enqerayê Andrey Karlov bîrdariya ku ji bo wî hatiye danîn bi merasîmekê vekir.

    Andrey Karlov
    © Sputnik / Valeriy Şarifulin / TASS
    Sergey Lavrov di merasîmê de axivî û got, "Balyoz Karlov dost bû, hevalekî nêz bû û yek ji baştirîn dîplomatê me bû. Beriya wefata wî demek berê em bi hev re li Tirkiyeyê bûn. Andrey, mazûvaniya Serokê Dewleta Rûsyayê kir û bi hewldana wî ya mifadar prfoseyonel bû. Kar û barên ku dikirin layiqî welêt bûn. Nêzîkatiya wî û hewldanên wî şayanî teqdîrê ne."

    ‘DI PÊŞKETINÊN LI TIRKIYEYÊ ROLA WÎ GIRÎNG E'

    Li gorî Lavrov Andrey Karlov kesekî baş û sempatîk bû.

    Lavro diyar kir ku ne tesaduf e ku gelek dîplmat wî bi awayekî xweş bibîr tînin û wisa berdewam kir, "Karlov di pêşdebirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re xwedan rol û misyoneke girîng bû."

    Lavrov, bîrdariya ku ji bo Anrey Karlov hate danîn bi merasîmekê vekir
    © REUTERS / Maxim Shemetov
    Lavrov, bîrdariya ku ji bo Anrey Karlov hate danîn bi merasîmekê vekir

    ‘EM DÊ WÎ TU CARÎ JIBÎR NEKIN'

    Lavrov, "Andrey li ser wezîfeya xwe jiyana xwe ji dest da, em dê cenabê wî tu carî jibîr nekin."

    ‘DÊ LI BALYOZXANEYA TIRKIYEYÊ JÎ PEYKERÊ WÎ BÊ DANÎN'

    Ji hêla din ve Lavro ragihand ku li Moskowa û Enqerayê navê Karlov li sikak û kolanan hatiye danîn û herwiha îro jî dê li Balyozxaneya Tirkiyeyê li Rûsyayê jî peykerekî wî bête danîn.

    Di dawiya merasîmê de Lavrov ji dîolomatên ku alikariya malbata Karlov dikir re spasiyên xwe anîne ziman.

    Bi heman mijarî:

    Aleksey Yerhov: Karlov xwedî zanyariyeke berfireh bû
    Zaxarova: Piştî mirina Karlov jiyana dîplomatan bû du perçe
    Heyeta rûsî li ser mijara kuştina Karlov diçe Enqerê
    Hevsera Karlov: Ez ji gele Tirkiyê ne xeyidîme
    Rûsya û Tirkiye daxwaza Karlov a dawî bi cih anîn
    Etîketan:
    mereasîm, bîrdarî, bîranîn, peyker, Karlov, Lavrov, Enqera, Moskowa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de