05:01 21 Nîsan 2018
    Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov

    Peskov: Em nikarin qebûl bikin ku Rûsya ji bo DYAyê tehdîd be

    Photo host agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Duh Serokê DYAyê Donald Trump stratejiya ewlekariya neteweyî ragihand û tê de Rûsya û Çîn wek "reqîbên nirxên DYAyê" bi nav kirin. Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskovî bersiva da vê daxuyaniyê û got, "nikarin qebûl bikin ku Rûsya wek tehdîd ji bo DYAyê were dîtin.

    Peskovî li ser pirsyareke rojnamevanan ew nerînên derbarê stratejiya ewlekariya neteweyî ya DYAyê nirxandin û diyar kir ku Kremlin nikare qebûl bike ku Rûsya wek tehdîd were dîtin û wiha pê de çû: "Di wan beşên belgeya stratejiyê de yên ku navê welatê me di wan de derbas dibe, diyar dibe ku ew belge xwedan taybetmendiyên împeratorîtiyê ne, daxwaz tine ku dest ji cîhaneke yek-qutbî berdin û cîhaneke pir-qutbî qebûl nakin."

    "AMADEBÛNA DYAYÊ KU DI HINEK XALAN DE HEVKARIYÊ BIKE, ERÊNÎ YE"

    Herwiha Peskovî destnîşan kir ku li gel vê jî, hinek xalên erênî di belgeyê de hene û yek ji van xalan jî ew e ku birêveberiya Washingtonê diyar kiriye ku xalên bi berjewendiyên gelê Amerîkayê li hev bikin, amade ne ku li gel Rûsyayê di wan xalan de hevkariyê bikin.

    Rayedarê rûsî wiha dewam kir: "Ev bi temamî bi nêzîkatiya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî re li hev dike ku lê digere, hevkariyê bi Washingtonê re bike di wan qadan de yên ku di berjewndiyên me de ne."

    Berdevkê Kremlinê, istixbarata CIAyê derbarê plana terorê ya Petersburgê de dabû jî, wek mînakeke vê hevkariyê nîşan da.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Dadê ya Rûsyayê 9 saziyên çapemenî wek sîxurên biyanî îlan kirin
    Rûsyayê derbarê vîzeydayîne Amerîkayê ji bo hin herêmên Rûsyayêyê daxuyanî da
    Çêkirina lingên otobana pirê ya ku Rûsyayê bi Kirimê ve girêdide, hat temamkirin
    Pentagon: Serkeftina Sûriyeyê ne ya Rûsyayê ye, ya hevpeymanan e
    HSD: Me odeyeke hevbeş li gel Rûsyayê ava kiriye
    ‘Peymana YPGê û Rûsyayê nîşaneya lawazbûna Amerîkayê ye’
    Etîketan:
    CIA, Dmitry Peskov, Rûsya, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de