01:08 21 Nîsan 2018
    Aleksey Yerhov

    Aleksey Yerhov: Karlov xwedî zanyariyeke berfireh bû

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyazê Rûsya yê li Enqerê Aleksey Yerhov, di yekemîn salvegera kuştina Balyozê Rûsya yê Enqerê yê berê Andrey Karlov de ku ji aliyê polîsekî tirk ve hatibû kuştin ji Spûtnikê re axivî.

    Yerhov destnîşan kir ku Karlov di demeke herî zehmet ya ji bo tekiliyê Tirkiyê û Rûsya de li Tirkiyê dixebitî û di çareserkirina krîza balafirê de erkeke giring bi cih anî û weha berdewam kir. "Rûsya û Tirkiye, dewletên cîran in ku bi dîrokeke hevpar, berjewendiyên stratejîk ên hevpar û bi planên hevpar bi hev ve girêdayîne. Ji ber vê yekê, ji bo hêvîkirina pêşerojeke hevpar ya nûwaze gelek sedemên me hene.

    Yerhov berê wekî serkonsolosê Stenbolê jî xebitîbû û wekî balyoz ji bo şûna Karlov hatibû tayîn kirin. Yerhov di 27ê Temûzê de nameya baweriyê pêşkêşî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan kiribû û bi fermî dest bi wezîfeya xwe kiribû. Yerhov di yekemîn salvegera Karlov de ji Spûtnîkê re axivî û derbarê Karlov û têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê de agahî dan.

    ‘KARLOV XWEDÎ ZANYARIYEKE BERFIREH BÛ'

    Yerhov da zanîn ku wî Karlov di dema ku li Moskowê wekî Dîrektore Şaxa Konsolostiyê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê kar dikir nas kiriye û weha pê de çû: "Divê ez bêjim ku li wezareta me gelekî ji wî dihate hez kirin. Mirovekî gelekî sempatîk û baş bû, di heman demê de xwedî zanyariyeke gelekî berfireh ya pîşeyî bû. Di qada xwe de xwedî zanyariyeke bêhmepa bû. Ji ber vê yekê jî di nav hevalên xwe yên kar û yên di jêr xwe re otorîteyek bû. Andrey Gennadiyeviç Karlov, ev taybetmendiyên xwe hemû di wezîfeya xwe ya Tirkiyê de wekî Balyozê Xwedî Erkên Awarte û Rayedar ê Tirkiyê jî bikaranîn."

    'ÇARESERKIRINA KRÎZA BALAFIRÊ BI BEŞEKE MEZIN SERKEFTINA KARLOV YA TAKEKESÎ BÛ'

    Yerhov bibîranî ku Karlov di çareserkirina krîza balafirê de ku balafireke Rûsya di 24ê Mijdara 2015an de li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê hatibû xistin de, erkeke giring bi cih anî ye. Yerhov weha axivî: "Karlov di serdemeke ku ji bo têkiliyên du alî gelekî zehmet de li Tirkiyê xebitî. Berî her tiştî ez qala krîza balafira dikim. Wekî encam çareserkirina vê krîzê bi awayekî pir mezin serkeftina Karlov bû."

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Karlov merasîma bîranînê tê lidarxistin
    Heyeta rûsî li ser mijara kuştina Karlov diçe Enqerê
    Hevsera Karlov: Ez ji gele Tirkiyê ne xeyidîme
    Rûsya û Tirkiye daxwaza Karlov a dawî bi cih anîn
    Peykerê Andrey Karlov li Balyozxaneya Rûsya ya Enqerê hat danîn
    Ji bo bîranîna Andrey Karlov fonda alîkariyê tê vekirin
    Etîketan:
    konsolosxane, balyoz, wezaret, Aleksey Yerhov, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de