15:26 21 Çile 2018
Zindî
    Amerîka Bombeya Nukleerî

    Rûsya bang li Amerîkayê kir: Ji Ewropayê çekên xwe yên nuklerî vekşînin

    © AFP 2018/ BRENDAN SMIALOWSKI
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê daîreya kontrolkirina çekdariyê ya Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Ulyanov diyar kir ku li Ewropayê 200 bombeyên hewayî yên Amerîkayê heye. Moskova di vê meselê de hişyarî da Washingtonê û jê xwest ku wan çekên xwe ji Ewropayê vekişîne.

    Di rojnameya Air Forcê nûçeyek di derbarê tevgerên Amerîkayê yên li Norveç û Îzlandayê derket. Gor nûçeya rojnameya Air Forcê, Amerîka ji bo nûjenkirina tesîsên xwe yên leşkerî yên li Norveç û Îzlandayê 214 mîlyon dolar xerc kiriye. Piştî vê nûçeyê Moskowa hişyarî da Amerîkayê.

    Di derbarê meselê de Mihail Ulyanov van gotinan bi rojnamevanan re parvekir: Rûsya hemû çekên xwe yên nuklerî vekişand nav sînorên xwe. Lazim e ku Amerîka jî zûde heman tişt kiriba lê em dibînin ku hêj gelek çekên Amerîkayê li Ewropayê hene. Nêzî 200 bombeyên wan yên hewayî hene.

    Ulyanov axaftina xwe wiha domand, "Gelek leşkerên Amerîkî yên ku vê gav teqawit bûne dibêjin, plana Amerîka ew ku wan çekan modernîze bike. Eger di vê çarçowê de armanca Amerîkayê zêdekirina çekan be, bê guman ev dê rewşê aloztir bike."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Milîtanên DAIŞê bi çekên giran êrişî noqteyên HSDê kirin: 95 kuştî
    CAR: DAIŞê çekên welatên YEyê bikaranîn
    Pentagon: Em dê çekên ku ji Tirkiyê re bibin gef ji YPGê bistînin
    ‘Artêşa Sûriyê li Dêra Zorê di sengerên DAIŞê de çekên Amerîkî bi dest xistin'
    Çekên ku di sala 2017an de li Artêşa Rûsyayê zêde bûn
    Pentagon: Metirsiya DAIŞê nemîne, dibe ku çekên giran ji YPGê bên standin
    Etîketan:
    hişyarî, bangewazî, Çekên Nukleerî, Ewropa, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de