15:35 21 Çile 2018
Zindî
    Pûtîn

    Mamosteya ku Pûtîn fêrî almanî kir jiyana xwe ji dest da

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor ragihandina DPAyê, mamostoya zimanê almanî ya dibistana 281emîn a serokê dewleta Rusyayê Vladimîr Pûtîn, Mina Yudintskaya li Îsraîlê di temenê 96an de jiyana xwe ji dest da.

    Yudintskaya, di 7ê berfanbarê de li bajarê Petah Tikvayê hat binaxkirin.

    Di nûçeyê de hat eşkerekirin ku Pûtîn herî dawî di sala 2005an de bi mamosteya xwe re têkîlî daniye û ji bo kirîna malê alîkarî da ye wê. Yudintskaya di roportaja xwe ya sala 2014an de ku dabû DPAyê, ji bo Pûtîn wiha axivî bû, ''xwendekarekî baş bû, rêziman baş fêr dibû.''

    Rojnameya Haartzê jî Yudintskaya wek ‘jina ku Pûtîn fêrî zimanê Almanî kir' derxist pêş xwendevanên xwe. Yudintskaya di sala 1973an de koçî Îsraîlê kiri bû. Pûtîn di sala 2005an de bi mamosteya xwe re hatibû ba hev, piştre têkîliya xwe nebirî û carcaran diyarî jê re dişand.

    Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku Pûtîn bi almanî baş dizane.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn ji ber parvekirina îstîxbaratê spasiya Trump kir
    Pûtîn ji bo Roja Serxwebûnê Nazarbayev pîroz kir
    Ji ber ‘piştgiriya wî ya îstîkrara herêmê û refahê' madalyaya zêr dane Pûtîn
    Pûtîn: Li Sûriyê rêya jiyana aştiyane vebû
    Etîketan:
    zimanzanî, almanî, ziman, mamoste, Tikva, Pûtîn, Almanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de