02:24 23 Gulan 2018
    Natalya Poklonskaya

    Poklonskayayê li mala xwe pêşwaziya RTyê kir

    © Sputnik / Georgiy Zimarev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endama baskê jêrîn a Parlementoya Rûsyayê Dûmayê û Serdozgera berê ya Kirimê Natalya Poklonskaya li mala xwe pêşwaziya Russia Todayê kir.

    RT berî sersalê bû mêvana mala  Poklonskayayê. Endama Dûmayê tîma RTyê li medbexa xwe gerand û got ku dema wê zêde tine lê her dema wê çêdibe, hewl dide xwarinê çêke.

    Poklonskayayê got ku "her tiştê tê xwarin çêdike" û diyar kir ku "hêk, miravî û seleteyên cûrbicûr çêdike."

    ​Herwiha Poklonskaya destnîşan kir ku ji vexwarina qehweyê hez dike û diyariyên ku jê re hatine jî nîşanî tîmê dan. Poklonskayayê bûkên pêlîstok ên rojnamevanên japonî diyarî wê kirine û qutiya şampanyayê ya xwarzayê Serokê Partiya Eniya Neteweyî ya rastgir a tundrew a Fransayê Le Penê diyarî wê kiriye nîşan dan.  Poklonskayayê got," ev şampanyayeke gelekî mezin e, lewra divê sedemeke mezin hebe ji bo mirov wê vexwe. Me diyarî dabûn hev, min jî şerab diyarî wê kiribû."

    MENÛYEKE ASAYÎ JO BO SERSALÊ

    Endama Dûmayê got ku "sarinc vala ye, loma ez ê deriyê wê venekim" û menûya xwe ya sersalê parve kir. Poklonskayayê got ku seleteya rûsî, masiyê rînagê, şampanya, mandalîna, kartol û miravî dê di menûya sersalê de hebin.

    Poklonskayayê diyar kir ku her salê bi rêk û pêk Qanûna Sizaya rûsî dixwîne û bi taybetî ji bo RTyê pirtûkekê derbarê referandûm û parlementeriya xwe ya li Dûmayê de nivîsiye û niha pirtûk ji bo weşanê tê amadekirin.

    Di referandûma sala 2014an a li Kirimê bi rê ve çûbû de, bêtirî 97% ji xelkê Kirimê bijartibû ku bi Rûsyayê ve were girêdan.

    Bi heman mijarî:

    Poklonskaya: Îro referandûm çêbibe, hemû kirimî dê bibêjin, erê
    Poklonskaya: "Ûkrayna herêmeke ku bi demkî hatiye dagirkirin e"
    Natalya Poklonskaya beşdarî vekirina şapelê bû
    Serdozgera Kirimê Poklonskaya jî bû parlamenter
    Klîba Natalya Poklonskaya ya ‘Roja Serkeftinê' kete weşanê
    Etîketan:
    DUMA, Natalya Poklonskaya, Kirim, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de