22:44 22 Çile 2018
Zindî
    Kremlîn - Kremlin - Moskow

    Rûsya û Misrê, peymana destpêkirina seferên balafiran îmze kirin

    © Sputnik/ Natalia Seliverstova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rûsya û Misrê piştî navbereke 2 salan, peymana ku derfêtê dide seferên balafiran yên di navbera her du welatan de destpê bikin îmze kirin.

    Piştî ku balafira aîdê Rêyên Hewayî yên Metrojeta rûsî ku di sala 2015an de ji bajarê Şarm el Şêx yê Misrê rabûbû ket firînên rasterast yên di navbera Rûsya û Misrê de hatibûn sekinandin. Bi vê peymanê ku îro hatî imze kirin êdî tê payin ku firînên di navbera Rûsya û Misrê de destpê bikin.
    Peyman niha tenê destûrê dide firînên di navbera Moskow û Kahîreyê de.

    'HEYE SEFER DI MEHA SIBATA 2018an DE DESTPÊ BIKIN'

    Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê Maksîm Sokolov, diyar kir ku heke tu tiştên neyênî neyên jiyîn dê sefer di meha sibata pêş me de destpê bikin.
    Sokolov diyar kir ku dê ji bo seferên charteran yên ji bo bajarên geçtûguzariyê yên Misrê yên wekî Şarm el Şêz Hurgadû sala were hevdîtinan pêk bînin û weha berdewam kir: "Dixwazim hevkarê xwe birêz Fethî pîroz bikim, spasiya wî bikim û ji bo gavên pêşeroje û hemû planên me pêkwerin hêvîyên xweş dikim."
    Peyman ji aliyê Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê Maksîm Sokolov û Wezîrê Hewakariya Sivîl yê Misrê Şerîf Fethî ve hat îmze kirin.

    DI BALAFIRA RÛSYA A KU KETIBÛ DE 224 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA BÛ

    Di bûyera ku ji aliyê Rûsya ve wekî bûyera terorî hatibû pênase kirin de, 224 kesên di balafira Airbus A-321 de jiyana xwe ji dest dabûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê balafir ket: Hemû kesên di nav de jiyana xwe ji dest dan
    Çekdarên kurd du balafir (NHB) avêtin
    Li Kubayê balafir ket
    Balafir li çiya qelibî: 6 mirî
    Li bajarê Samsunê yê Tirkiyeyê balafir ket xwarê
    'Balafir kevin bû, bi ihtimaleke mezin ji ber xerabûneke teknîkî ketiye'
    Etîketan:
    sefer, peyman, balafir, Şerîf Fethî, Maksim Sokolov, Misir, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de