11:21 19 Sibat 2018
Zindî
    Wezîrê berê yê Aboriya Rûsyayê Aleksey Ulyukayev

    Wezîrê rûsî yê berê Ulyukayev ji bertîlê 8 sal ceza xwar

    © REUTERS/ SERGEI KARPUKHIN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Dadgeha Zamoskvoretskiy ya Moskowayê derbarê Wezîrê Aboriyê yê Rûsyayê yê berê Ulyukayev yê ku bi tawana ku zêdetirî 2 milyon dolarî bertil stendiye û di girtîgeha malê de dimîne, sûcdar hate dîtin û bi 8 sal cezayê girtîgehê û 130 milyonî hate sizadan.

    Li gorî agahiyên peyamnêrê Sputnikê yê ku dozê dişopîne ragihandin, dozger Larisa Semenova diyar kir ku, "Ulyukayev dema peywirdar bû, ji ber bertîlê sûcdar hat dîtin. Ulyukayev ê ku ji bo ku Kompanyaya Dewletê Rosneft parên şirketeke din a petrole Başneftê bistîne li ser navê wezaretê nerîneke erênî anîbû ziman û ji bo vê yekê bertîl standibû, hatibû sizadan û ji aliyê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ve ji kar hatibû bidûrxistin.

    Dadgeha li Moskowayê Zamoskvoretskiy 8 sal cezayê girtîgehê û 130 milyon ruble ceza dane Ulyukayevî.

    Li gorî biryarê Ulyukayev piştî ku ku azad bû 8 salan dê di sazî û dezgehên hikûmetê de nikaaribe bixebite.

    Hêjayî gotinê ye ku Ulyukayev ji 1991ê û vir ve yekemîn kesê payebilind e ku ji peywira xwe hatiye bidûrxistin.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Rûsî Ulyukayev ê ku cezaya hepsa malê girt, ji erka xwe hat girtin
    Ulyukayev: "Di rojeva me de serbestiya vîzeyê tuneye"
    Dîroka hevdîtina Zeybekçî û Ulyukayev hate aşkerekirin
    Ulyukayev: "Ji bo em dîrektîfa Pûtîn a Tirkiyeyê pêk bînin dixebitin"
    Etîketan:
    Bertîl, Sizadan, Dozger, sûcdarî, Sputnik, Aleksandr Ulyukayev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de