02:15 23 Gulan 2018
    Riyad Wezareta Karên Derve ya Siûd

    Rûsya û Erebistana Siûdî derbarê bikaranîna aştiyane ya enerjiya nukleerî de li hev kirin

    © REUTERS / Faisal Al Nasser
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Navenda Enerjîya Nûjen û ya Nukleerî ya Qral Abdulah û Saziya Enerjiya Nukleerî ya Dewleta Rûsya (Rosatom), derbarê aştiyane bikaranîna enerjiya nukleerî de nexşereyek îmze kirine.

    Li gor daxuyaniya dezgeha çapemeniyê ya Rosatomê, şêwirmendê Navenda Qral Abdulah Mahîr El Udan û Yevgeniy Pakermanov ê Serokê Şîrketa Overseas ya Rosatomê ku berpirsiyarê razemeniyên derveyî welêt yê Rosatomê ye îmze avêtin belgeyê.

    DI SERDANA QRAL A MOSKOWÊ DE GAV HAT AVÊTIN

    Di serdana dîrokî ya Qralê Siûdî Selman bin Evdilezîz a ku di meha Cotmehê de bo Moskowê kiribû, ji bo aştiyane bikaranîna enerjiya nukleerî bernameya hevkariyê hatibû îmze kirin. Nexşerê, ji bo ev bername têkeve meriyetê gelek gavên pêwist vedihewîne.

    BINGEHÊN ENERJIYA NUKLEERÎ YA SİÛDÎ

    Li gor bernameyê Rûsya û Erebistana Siûdî plan dikin ku di warên reaktorên piçûk û nîv mezin de ku hem ji bo hilberîna enerjiyê hem jî ji bo ava bahre veguherînin ava vexwarinê hevkariyê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya trenda bazara çekan diyar dike
    Rûsya: Encama hevpeymanê bi dest xist, tenê tunekirina Reqayê ye
    Rûsya 5 ton alîkariya mirovî gihandin Heleb û Dêra Zorê
    Rûsya: Li Sûriyeyê sehaya esmanî ya Amerîkayê tune ye
    ‘Rûsya wê li hemberî Amerîkayê çekeke bi hêz bi pêş bixe'
    Rûsya pergala moşekan a Tor-M2 ceriband
    Etîketan:
    razemenî, nukleerî, enerjî, Mahîr El Udan, Yevgeniy Pakermanov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de