12:10 25 Gulan 2018
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn: Li Sûriyê rêya jiyana aştiyane vebû

    © Sputnik / Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku, piştî têkçûna terorîstan rê vebûye ku kêşeya Sûriyê bi awayekî siyasî were çareser kirin û jiyaneke aştiyane ji nû ve were sazkirin.

    Pûtîn îro di resepsîyona ku li Kremlînê ji bo Roja Qehremanên Welêt ku her sal di 9ê Berfenbarê de tê pîrozkirin de axivî: "Di roja me de bi kesên ku Rûsyayê diparêzin, ewlehiya welatiyên me pêk tînin em serfiraz in. Leşkerên rûsî yên li Sûriyê jî bi heman awayî, bi egîdî û bi profesyonelî tevgeriyan."

    Pûtîn diyar kir ku leşkerên rûsî wezîfeya ku ji bo wan hatiye dayin bi awayekî serkeftî bi encam kirine û tevî artêşa Sûriyê, di cîhanê de rêxistine herî mezin û organîze têkbirine û weha berdewam kir: "Niha jî ji bo kêşeya Sûriyê bi awayekî siyasî were çareser kirin, welat ji nû ve were zindî kirin û ji bo bi sed hezaran kes vegerin jiyaneke aştiyane rê vebûye."

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn, peymana derbarê berfirehkirina baregeha Tartûsê de pêşkêşî Dûmayê kir
    ‘Çavuşoglu û rayedarên tirk fermana Pûtîn şaş fêm kirin'
    Pûtîn di rêwîtiya Sûriyê de temaşeya balafirên Su-30 kir
    Pûtîn: Em plan dikin ku hêzên muxalif yên Sûriyeyê beşdarî Kongreya Niştimanî bibin
    Pûtîn: Biryara Qudsê ya Trump, dibe ku bibe sedema pevçûnan
    Pûtîn dîrektîf da ku hilberîna LNGyê bê zêdekirin
    Etîketan:
    aştiyane, pîrozkirin, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de