22:27 22 Gulan 2018
    Balafir

    Balafirên Su-34 ên Rûsyayê piştî wezîfeya xwe li Sûriyeyê qedandin vegeriyan

    Rusya Savunma Bakanlığı
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên Su-34 ên bombebaranê û muretebatên rûsî ku li Sûriyeyê wezîfe dikirin vegeriyan baregehên xwe yên Rûsyayê.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got: "Balafirên Su-34 vegeriyan welat. Muretebatê balafira Su-34 a bombebaranê jî vegeriyan baregeha xwe ya daîmî li herêma Harabovskê. Piştî ku pîlotan wezîfeya xwe ya li Sûriyeyê bi serkeftî bi cih anîn ji Baregeha Hmeymîmê vegeriyan."

    Di daxuyaniya wezaretê de hejmara balafirên ku vegeriyane Rûsyayê nehat dayîn.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di serdana xwe ya roja duşemê bo Baregeha Hmeymîmê de dîrektîfa vekişandina qismek hêzên rûsî ji Sûriyeyê dabû.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer Su-34 û Su-35ê yên Rûsyayê
    Su-34 nêçîrvan-balafira bombebarandinê
    Rûsya: Di warê Îsraîlê de em wekî Erdogan nafikirin
    Rûsya trenda bazara çekan diyar dike
    Rûsya: Dê ji bo hevkariya leşkerî ya teknîkî kredî bo Tirkiyê bê dayîn
    Etîketan:
    Wezareta Parastin a Rûsyayê, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de