12:10 25 Gulan 2018
    Bi Vladîmîr Pûtîn re xeta yekser

    Pûtîn derbarê referandûma Kurdistanê de axivî: Biryara wan bû

    © Sputnik / Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Civîna çapamenî ya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a salane ku her sal tê lidarxistin îro hat kirin. Pûtîn di civîna ku 3 saet û 45 deqîqan dewam kir de, bersiva pirsên hilbijartina serokatî ya 2018an, meseleya Ûkraynayê, têkiliyên bi Amerîkayê, krîza Sûriyeyê, ceribandinên moşekan a Koreya Bakur û referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê da.

    Hat ragihandin ku Pûtîn îsal akretedîsayona 1.600 rojnamevanan temam kir daku bikarin civîna wî ya çapemeniyê bişopînin. Her salê hejmara rojnamevanên civînê dişopînin, zêde dibe. Yek ji sedemên ku ev civîna çapemeniyê wek "mezin" tê binavkirin, ew e ku Pûtîn dê bersiva hejmareke evqasî mezin a rojnamevanan bide.

    Yek ji sedemên mezinahiya civîne ew e ku saeta dest pê kirina civînê diyar e û çi wext diqede ne diyar e. Lewre Pûtîn biryar dide ku civîna çapameniyê bidawî bûye. Wek ku tê zanîn civîna çapemeniyê ya Vladimîr Pûtîn a salane dirêj dewam dikin. Lê rekora civînê 4 saet û 40 deqîqeyan dewam kir ku di sala 2008an de bû û tê de bersiva 100 pirsan da. Serokê rûsî sala borî 3 saet û 50 deqîqê û 60 pirsan qebûl kiribûn.

     

     

    nameya nû
    • 16:44

      Di civîna çapemeniyê de, peyamnêrekî çeçen jî pirsek ji Pûtînî kir ku di rojnameyeke xwecihî ya li Rûsyayê de dixebite.

      Rojnamegerekî diyar kir ku ew gelek caran çûye Sûriyeyê û got ji niha û pê de ew dixwaze li wir bicih bibe û bi zarokên sêwî re elaqedar bibe Pûtîn serokê Çeçenistanê Remezan Kadirov bibîr xist û got:
      “Yekî ku paşnavê wî Kadirov heye. Ew li wir alîkariyê dide zarokên ku jiyana wan di xetereyê de ye. Ev tişta ku dike zor baş e.”

      Remezan Kadîrov

      Remezan Kadirov dê serdana Sûriyeyê bike

      Endamê Meclisa Dûmaya Rûsyayê Adam Dîlîmîxalov yê ku niha li Helebê li gel şandeya Rûsyayê ya serdana Sûriyeyê dike got ku Serokê Çeçenistanê Remezan Qadirov dê serdana Sûriyeyê bike".
      bêhtir bixwîne
    • 16:39

      Peskov: Ez têm tawanbarkirin ku min mafê pirsan nedya RTyê

      Di vê navberê de moderatorê civîna çapemeniyê ya Pûtîn, Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov berî ku mafê pirse bide nûçegîhanê Russia Today (RT) bi zimanekî espirituel got, “Min peyamek stendin ku ez jî weke Wezareta Derve ya Amerîkayê tevdigerim. Dibêjin te mafê pirsê nedayê RTyê, min bi vê tawanbar dikin.”

      Dûre Gerînendeya Giştî ya RTyê Margarita Sîmonyanê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: Min ji Peskovî re got ku pirsîna ji Wezareta Derve ya DYAyê hîn hêsantir e. Peyama min xwend û mafê pirsînê da me. Spas."

      RT saziyeke rûsî ye ku li DYAyê fişar lê tê kirin. DYAyê herî dawî qanûna FARAyê pesend kir ku divê saziyên RTyê yên lobîkariyê li DYA dikin wek ajanên biyanî xwe tomar bikin.

      Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov
      © Sputnik /
    • 16:04

      'Ji civata rojnamegeran ya xêrê dixwazim’

      Pûtîn di dawiya civînê de sersala rojnamegeran pîroz kir û got ji ber ku min hemû pirs qebûl nekirin rica dikim dilê xwe negirin.”

      Serokê rûsî got, “Ji we hemûyan re, ji naskiriyên we re halxweşiyê dixwazim. Ji we re û ji hemû civata rojnamegeran re xweşî û başiyê dixwazim.” Û ji salonê derket.

    • 15:48

      Mêvanekî kes ne li bendî bû jî li civînê bû

      Di vê navberê de mêvanekî ku kes ne li bendî wî bû jî li civînê bû: Dîrektorekî fabrîqeya masiyan a li Murmanskê diyar kir ku xwe wek rojnamevan nîşan daye daku bi "dizîka" têkeve  civînê.

      Dîrektorê febrîqe bêyî ku ji Pûtîn pirsan bike got, “Min bi derewan got, ez rojnameger im. Hun çi dixwazin bi min bikin. Belê, ez ne birêyên legal hatime vê derê.”

       

    • 15:39

      "Min dixwest, ez û Trump derbazî asta xîtaba 'tu' bibin

      Pûtîn got ku Min dixwest ku em bi Trump re derbazî asta xîtaba `tu bibin`

      Serokê rûsî got, "ez jê pişterast im ku divê ez bi Trump re têkiliyên kar saz bikim. Bi saya vê yekê re ez hêvîdar im ku dê Trump têkiliyên xwe bi Rûsyayê re pêş de bibe.”

    • 15:35

      ‘Difikirin ku milîtanan li hemberî Esad bikar bînin’

      Pûtîn ragihand ku ew derbarê milîtanên ku derbasî Iraqê dibin agahiyan didine Amerîkayê lê Amerîkê tu bertekê nîşanî vê yekê nade:

      Em dibînin ku militan derbasî Iraqê dibin. Em ji hevkarên xwe yên amerîkî re deverên ku militan çûne dibêjin. Tu bertek tun ye. Sedema vê yeke çi ye? Sedem ev e: Difikirin ku van milîtanan li hemberî (Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar) Esad bikar bînin. Dibe ku ev rêya herî hesan be lê rêya herî bi talûke ye.”

    • 15:23

      Pûtîn: Desthilata Rûsya ji ti kesî natirse

      Li ser pirsa bê gelo derbarê Seroka Kseniya Sobçakyaya dijber a rûsî Aleksey Navalniy çi difikire ku ragihandibû ku dê di sala 2018an de bibe namzet, Pûtînî got:

      Nayê qebûlkiri ku rewşa li Ûkraynayê qewimî li Rûsyayê dubare bibe. Hûn dixwazin Saakaşvili li Rûsyayê çêbibin? Desthilata Rûsyayê ji kesî netirsiyaye û natirse jî.

       

      Kseniya Sobçak

      Pêşkêşvana navdar Sobçak, endamtiya xwe ya ji bo serokatiya Rûsya ragihand

      Pêşkêşvana navdar a televizyonê û Kseniya Sobçak ku keça Anatoliy Sobçak ê şaredarê ewil yê hilbijartî yê St. Petersbûrga Rûsyayê ye, aşkera kir ku dê di hilbijartinên 2018an de dê bibe endama serokatiya Rûsyayê.
      bêhtir bixwîne
    • 15:18

      Pûtîn derbarê Kurdistanê de berisva pirsyarekê da

      Pûtînî got ku xebata Rosneftê li Kurdistana Iraqê, ji bo herdû aliyan baş e.

      Serokê rûsî wiha got: Lidarxistina referandûma Herêma Kurdistanê biryara birêvebirîya wê bû û ji rêzgirtina encamên dadgeha federal jî biryara wan bû. Ma em çi dikarin bikin. Rosneft li Kurdistanê xebata xwe berdewam dike û wê bike. Têkilîyên me bi kurdan re têkilîyên dîrokî ên baş in wê bêne pêşxistin. Divê birêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ji bo siberoja xwe di çarçoveya qanûnan de tevbigere û rêzê li yekîtiya axa Iraqê re bigire."

      "TÊKILIYÊN ME BI KURDAN RE DÎROKÎ NE"

      Pûtînî axiftina xwe wiha dewam kir: "Têkiliyên me ji aliyê tradasyonal ve û ji aliyê dîrokî ve bi kurdan re gelekî baş in. Ji aliyekî ve ez aloziya kêşeyê fêm dikim. Lê ez wiha bawer dikim ku ti asteng tine ne ku em têkiliyên xwe bi gelê kurd re baş bikin. Em ê têkiliyên xwe bi pêş de bixin."

      Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
      © Sputnik / Natalya Seliverstova

       

    • 15:03

      "Divê hikûmeta Polonya rûpelên neyênî bigire"

      Pûtîn derbarê îddiayên Varşov ê di 2010an li ser mijara qezaya balafirê ku tê de Serokomarê Polonî Lech Kaczynski û pê re jî 95 kes miribûn ev tişt gotin:

      "Ji bo bipêşdeketina têkiliyan, divê birêveberiya Polonyayê rûpelên neyênî bigirin. Îdîayên ku dibêjin, teqîn di balafirê de çêbûye û tiliya Rûsyayê tê de heye, ne rast in. Ev him ji aliyê pisporên rûsî û him yên polonî hat pişkinîn. Eger teqînek di balafira Kaczynskiyî de rû dabe, çima balafir rabû? Ji Moskowê yan ji Varşovayê? Nexwe bombe li wir hatiye bicihkirin. Me pisporên rûs şandinê wê derê daku bombeyê lê bi cih bikin? Kesê ev kiriye, li welatê xwe lê bigerin.

    • 15:02

      "Wan el Qaîde çêkir, wê jî li New Yorkê xist"

      Kesên ji Kafkasyaya Bakur wek leşkeran (polis) bo Sûriyeyê şandin, hewldana min bû. Encamên baş ên vê yeke çêbûn. Lewra ev kes wêrek û bidîsiplîn in.”

      “Li Sûriyeyê ya girîng ew e ku terorîstên li wir an jî komên tundrew ên çekdar naxwaze bikar bîne. Çi kirin?  Wan el Qaîde çêkir, wê jî li New Yorkê xist"

    • 14:55

      'Hinek sedemên terorîzmê ev in'

      Li ser serdana nepayî ya Pûtînî bo baregeha Himeymimê ya  ku 11ê Berfanbarê pêk anîbû, Pûtînî bersiva pirsayrekê da û diyar kir ku ji mêj ve dixwest serdana Sûriyeyê bike lê ji ber sedemên ewlehiyê her ev plan hatiye bipaşdexistin.

      Pûtînî bersiva  pirsyarên derbarê Sûriyeyê da û got:

      "Hinek ji sedemên sereke yên terorîzmê, rêjeya kêm a perwerdehiyê û kêşeyên debarê ne. Divê hinek tişt ji bo van werin kirin. Lê ne Rûsya tenê ne jî Sûriyeyê tenê dikare van serrast bike. Lewra pêwîstiya me bi piştgiriya civaka navdewletî heye.

      Pûtîn serdana baregeha Hmeymimê kir û li wir vekişîna leşkerên Rûsyayê ya ji Sûriyê ragihand

      Pûtîn berî Tirkiyeyê serdana Sûriyeyê kir

      Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn berî serdana xwe ya Tirkiyeyê bi awayekî suprîz çû baregeha hewayî ya Hmeymîmê ya li Sûriyeyê.
      bêhtir bixwîne
    • 14:49

      "Çîn hevpara Rûsyayê ya stratejîk û bazirganî ye"

      Pûtîn diyar kir ku, “Çîn hevkarê stratejîk û aborî yê Rûsyayê ye. Xurtkirina têkiliyên Rûsya û Çînê ji bo herkesi tiştekî baş e. Danûstendinên me hinekî kêm bûbin jî, ez bawer im dê ji nû ve zêde bibin. Berî ku em li encamên 2018an binerin dikarim bibêjim ku Rûsya û Çîn dê hevkarên hev ên stratejîk bimînin. Encamên hilbijartinê dê tu bandorê li ser têkiliyên me yên heyî nekin.”

      Bi Vladîmîr Pûtîn re xeta yekser
      © Sputnik / Yevgeniy Biyatov
    • 14:48

      Pûtîn: Herî zêde Tirkiyeyê êşa Sûriyeyê kişandiye

      Pûtîn li ser pirseke di derbarê qeyrana Sûriyeyê ya ku ji 2011an ve dewam dike de got, “Herî zêde ya ku êşa vê dikşîne Tirkiyeyê. Lewra Tirkiye gelek koçberên Sûriyeyî qebûl dike.”

      Herwiha Pûtînî diyar kir ku ji bo Rûsya dixwaze alîkariyê bike di çareserkirina kêşeya koçberan de û Şam bi tena serê xwe nikare qeyrana Sûriyeyê çareser bike, divê civaka navdewletî hevkariyê bike.

      Vladimîr Pûtîn

      Pûtîn: Bo têkoşîna li dijî terora Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re hinek planên me yên din hene

      Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn got ji bo têkoşîna li dijî terorîzma li Sûriyeyê hinek planên din ên Moskow û Enqereyê hene.
      bêhtir bixwîne
    • 14:43

      "Hîn zû ye ku mirov biaxive"

      Pûtîn got, “Bi giştî Hikûmeta Rûsyayê baş dixebite. Derbarê Hikûmeta ku piştî hilbijartinê dê were avakirin hindek fikrên min hene bes ji bo axaftina vana hîn zû ye.”

      Serokê  Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
      © AFP 2018 / Alexander NEMENOV

       

    • 14:30

      'Saakaşvili him tif rûyê ûkraniyan kir û him jî yê gurciyan jî kir'

      Pûtîn li ser pirsekê derbarê Serokê berê yê Dewletê Gurcistanê Mihail Saakaşvili yê ku li Ukraynayê dijî û navbera wî û serokê Dewleta Ukraynayê xera bûye got, “Saakaşvili hem tifî ser çavê Gurciyan û hem jî Ukrayniyan kir. Li Ukraynayê (yên ku bikaribin siyasetê bikin) Ukraynî tune ne gelo?

      "Saakaşvili him tif rûyê gurciyan kir û him jî yê ûkrayniyan kir. Li Ûkraynayê ûkrayniyên rasteqîn tine ne(ku siyasetê bikin)? Hûn çawa hîn tehemila vê dikin? Gava mirov li wan dinere, xembar dibe, agir bi dilê min dikeve."

      Mihail Saakaşvili

      Saakaşvili li Ûkraynayê partiyeke nû ava dike

      Serokê berê yê Gurcistanê Mihail Saakaşvili yê ku hefteya borî li Ûkraynayê dev ji parêzgariya Odessayê berda, daxuyand ku ew ê partiyeke siyasî damezirîne.
      bêhtir bixwîne
    • 14:27
      Rojnamevanê ji Herêma Kurdistanê
      © Sputnik / Aleksey Drujinin
    • 14:22

      Gelê Kirimê biryara xwe da

      Pûtînî got, "rûs û ûkraynî yek gel in. Ez pişrtast im ku Rûsya û Ûkrayna dê vê rewşa zehmet a ji ber Kirimê li dû xwe bihêlin."

       

       

      Serokê rûsî wiha axivî: “Kirim, di sala 1954an ji dêvla ku destûra Konseya Bilind a Soveytan bistîne, mewzûata yekîtiyê ya ku wê deme di meriyêtê de bû hate binpêkirin û dane Ukraynayê. Biryar ji aliyê Prezidyuma Konseya Bilind ve hate wergirtin. Di vê mijarê de ez dê tiştekî din nebêjim, lewra gelê Kirimê biryara xwe da.”

    • 14:18
      Vladimir Putin ile direkt hat
      © Sputnik / İgor Zarembo
    • 14:14

      Eger yekîneyên milîsên Donbassê li ber xwe nedin, tabûrên neteweperestên ûkayanî li Srebrenitsayê dê komkujiyeke bi heman awayî bikira.

      Pûtînî ragihand ku yekîneyên rûsî li Donbassa li başûrê rojhilatê Ûkraynayê tine ne lê milîs hene ku çalakiyên li dijî herêmê bişkînin.

      Serokê Dewleta Rûsyayê got, "eger ew yekîneyên milîsan di ber xwe de nedin, tabûrên neteweperestên ûkraynî dê komkujiyekê li Donbassê pêk bînin wek komkujiya li Srebrenitsayê. Kiev neçar e ku bi Donbassê re li hev bike lê jê direin. Ev kêşe di rêya navbeynkaran re nayên çareserkirin.

      "WERIN EM VÊ MESELEYÊ BERÎ SERSALÊ ÇARESER BIKIN"

      Pûtîn derbarê serbiser guherandina dîlgirtiyan de axivî û got, guherandina dîlgirtiyên di navbeyna Kiev, Donetsk û Komara Gel a Luganskê ji ber ku lîsteyên Ukraynayê guherîn pêk nehat û got, “Werin, em vê mijarê berî sersalê hel bikin.”

      Helîkopter

      Li Donbassê helîkoptera leşkerî ket: 5 mirî

      Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê daxuyand ku li li bajarê Donbassê yê bi aliyê rojhilatê başûr ê welêt dikeve helîkopterek ket û di encamê de 5 leşkerên peywirdar jiyana xwe ji dest daye.
      bêhtir bixwîne
    • 14:14

      Pûtîn ji DYAyê re: Hişê we li serê we ye?

      Pûtîn helwesta Amerîkayê rexne kir û got, ji aliyekî ve Rûsya, Koreya Başur û Îranê dixine heman kategoriya fişarê, ji aliyê din ve jî ji Moskowayê dixwaze ku pirsgirêkên Tehran û Pyongyangê çareser bike.

      Serokê rûsî xitabî Amerîkayê kir û got, “Aya ev yek normal e gelo? Bi rastî jî hişê we li sere we ye?”

      Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
      © Sputnik / Ramil Sitdikov
    • 14:04

      Pûtîn: Em statûya Koreya Bakur a nûklerî nanasin

      Serokê rûsî diyar kir ku statûya Koreya Bakur nanasin û wiha pê de çû: "Em wiha bawer dikin ku bipêşdeketinên li vî welatî wêranker in. Divê hemû aliyên ku di qeyrana moşekan a Koreya Bakur de tansyionê bixin. Rûsya bê ku li rewşa siyasî binere, lê dixebite ku bi hemû welatan re bi awayekî avaker bixebite. Divê DYA û Koreya Bakur dest ji bilindkirina rageşiyên berde. CIA armancên Koreya Bakur nizane. Moşeka ku ji wî welatî bê avêtin dê encamên gelekî xerab bide."

      Donald Trump, Kim Jong-un

      Rûsya ji bo dîyaloga Amerîka û Koreya Bakur bênavber dixebite

      Hat ragihandin ku Rûsya hewldanên xwe yên bo destpêkirina gotûbêjên rasterast ên navbera Amerîka û Koreya Bakur berdewam dike.
      bêhtir bixwîne
    • 13:49
      Bi Vladîmîr Pûtîn re xeta yekser
      © Sputnik / Ramil Sitdikov
    • 13:41

      Spûtnîk û RT ji bo DYAyê wek tehdîd tên dîtin

      Serokê rûsî diyar kir ku Amerîka Sputnik û Russia Today ji xwe re wek tehdîd dibîne û got, “Derbarê mafê ragihandinê de di seriyan de pirs çêdibin.”

      Pûtîn, “Hecmeke mezin a reklamê ya saziyên çapemeniya amerîkî hene lê di vî warî de ji bo kanalên rûsî astengî û mueyîdeyan derdixin.”

      Vladimîr Pûtîn

      Ji Pûtîn daxuyaniya astengiyên RT û Spûtnîkê

      Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo astengiyên ser Russia Today (RT) û Spûtnîkê got: "Di demên dawî de çapemeniya rûsî li derveyê welat rû bi rûyê astengiyên cidî dimîne.
      bêhtir bixwîne
    • 13:39

      Pûtîn, di civîna çapemeniyê de, di saetekê de 15 pirs bersivandin

      Bi Vladîmîr Pûtîn re xeta yekser
      © Sputnik / Mikhail Klimentyev
    • 13:36

      Ez piştrast im ku têkilî dê asayî bibin

      Pûtîn li ser îdîayên têkiliya Rûsya û Donald Trumpî de wiha got:

      Îdîayên derbarê têkiliyên Rûsya û Serokê DYAyê Donald Trump ji aliyê dijberan ve hat derxistin. Dijberên Trumpî li dû wan tawanbarkirinan e ku dibêjin Rûsya destwerdan di hilbijartinên serokatiya DYAyê kiriye. Lewra, asteng li pêşberî Trumpî hene ku têkiliyên xwe bi Rûsyayê re baş bikin. Lê piştrast im ku têkilî dê asayî bibin.

      Serokê rûsî derbirî ku Spûtnîk û Russia Today ji bo DYAyê wek tehdîd tê dîtin.

      Serokê rûsî destnîşan kir ku dixwazin têkiliyên xwe bi DYAyê asayî bikin û bi pêş de bixin û got, "reformên tenduristiyê hene ku Trump bike lê hîn nekariye bike. Wî got, dixwaze têkiliyan bi Rûsyayê re baş bike. Eger ev tişt xwestibin jî, ji ber astengên tên zanîn heta niha nekariye bike."

      HEWL DIDIN XEBATÊN TRUMPî NEMEŞRÛ NÎŞAN BIDIN

      Pûtîn got, "ne ez im ê ku dê xebatên Trumpî binirxînin lê em dibînin ku serkeftinên cidî bi dest xistin. Li DYAyê hewl didin xebatên Trumpî wek ne meşrû nîşan bidin. Ew fêm nakin ku ziyanê digihînin welatê xwe. Ew ziyanê didin derfetên serokê dewletê yê hilbijartî. Divê em çi bikin? Em hemû pêwendiyan bibirin? Ev tişt li hemû dinyayê wiha ye. Nûner, namzet û tîm hev dibînin û perspektîva geşedanê dişêwire. Tiştê ne asayî li vir çi ye? Çima bi çavê sîxuriyê li vê dinerin?

      Donald Trump

      Ji Trump daxuyaniya Rûsyayê: Teqez me hevkarî nekir

      Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo gotinên Şêwirmendê pêşîn ê Ewlehiya Neteweyî Michael Flynn, ku gotibû "li ser peywendiyên bi Rûsyayê re min derew li FBIyê kir", got, "Me teqez hevkarî nekir."
      bêhtir bixwîne
    • 13:30

      Pûtîn: Rûsya di sosreta dopîngê de bi awayekî beşî tawanbar e

      Pûtîn derbarê mijara dopîngê de wiha axivî:

      Ez gumanê nakim ku sosreta dopîngê ya werzişvanên rûs ji bo kampanyaya hilbijartinên li Rûsyayê hatiye derxistin. Rûsya jî bi awayekî beşî di sosreta dopîngê de tawanbar e, nexasim ku behane ji bo vê da. Em ê bibin alîkar daku em mafên atletên xwe di dadgehên navdewletî de de biparêzin. Em ê têkiliyên xwe bi Ajansa Têkoşîna li dijî dopîngê(WADA) û Komîteya Olimipiyata Navneteweyî(IOC) bi awayekî avaker bi pêş de bixin.


      Herwiha Pûtîn derbarê îddiayên dopîngê ku xwe dispêrine dîrektorê berê yê labaratuwara dij dopîngê Grigoriy Rodçenkov ê ‘li xwe mikurhatiye’ ku di bin kontrola serwîsa îstîxbaratê ya amerîkî de dixebite û ev tişt gotin: “Rodçenkov di bi kontrola serwîsên îstîxbaratê ya amerîkî de dixebite. Ev yek ji bo Rûsyayê ne tiştekî baş e. Lewra ji bo ku Rodçenkov li xwe mikur were Prepatên (derman) çawa didinê, em nizanin.

      Pûtîn

      Pûtîn: Tesbîta IOCê ya ku dibêje li Rûsyayê pergaleke dopîngê tune ye girîng e

      Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryara Komîteya Olîmpiyadê ya Navnetewî nirxand û got, Girîng e ku IOCê tesbît kiriye ku li Rûsyayê pergaleke dopîngê ku dewlet piştgiriyê wê dike tune ye.
      bêhtir bixwîne
    • 13:23
      Bi Vladîmîr Pûtîn re xeta yekser
      © Sputnik / Aleksey Malgavko
    • 13:18

      Pûtîn: Rûsya ji peymana moşekên sereke venekişiya

      Pûtîn, li ser pirsa Peymana STARTê ku pêşbînî dike ku Rûsya û Amerîka serikên moşekên nukleerî kêm bikin ‘dê were sepandin an na?’ û herwiha dê pêşbaziya biçekbûnê xurt bibe an na wisa got:

      “Rûsya ji peymana sereke ya moşekan venekişiya. Vê yekê Amerîkayê kir. Nexwazim Amerîka, li Romanyayê mertala moşekên Aegisê aktîf kir. Amerîka ji vê peymanê bi awayeke de-facto vekişiya. Rûsya dê vê yekê neke.”

    • 13:09

      Rûsya dê nekeve pêşbirka biçekbûnê

      Pûtîn eşkere kir ku mesrefên leşkerî yên Rûsyayê dê li ser bernameya me ji aliyê sosyo-aborî ve bandorê neke û dê aboriya me têk nebe û wiha berdewam kir:

      Em nikarin di warê berevaniyê de bi qasî DYAyê mezaxtinê bikin. Rûsya ji bo berevaniyê 46 milyar dolarî vediqetîne lê DYA pland dike di sala 2018an da 700 milyar bimezêxe. Rûsya dê guh bide bipêşdeketina artêşa xwe lê dê nekeve pêşbirkê. Gava em artêşa xwe xurt bikin, em ê ziyanê negihînin budçeya xwe"

      Bi Vladîmîr Pûtîn re xeta yekser
      © Sputnik / Aleksey Drujiin
    • 13:03

      Rûsya di derfirotina berhemên zadî de derket rêza yekem

      Pûtînî wiha dewam kir: Rûsya di derfirotina berhemên dexlê de derket rêza yekem. Ev nîşaneyeke bêhempa ye. sala 2017an berhemên dexl di sala 2017an de gihişt 130.5 milyon ton."

      Pûtîn wisa berdewam kir: “Roja îro aboriya Rûsyayê, daxwazên xwe bêhtir bi derfetên hundirîn çareser dike. Di demên dawî de, bi taybetî îsal dahatên rasteqîne kêm bibin jî, daxwazên hundirîn peyder pey zêde bûn û di bazirganiya hundirîn de 3 %ê zêdehî pêk hat. Ez wisa difikirim ku dahatên rasteqîne yên gel jî li gorî vê yeke dê zêde bibin.”

    • 12:54
      Bi Vladîmîr Pûtîn re xeta yekser
      © Sputnik / Aleksey Nikolskiy
    • 12:51

      Li ser pirsa ku ‘ji hêla siyasî ve Pûtîn yekî çawa ye?’ Serokê rûsî got, ez dixwazim bibime serokekî ku ji gelê xwe piştgiriyeke xurt distîne.

      Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
      © REUTERS / Sergei Karpukhin
    • 12:43

      Rûsya li ser mezinbûnê berdewam e

      Pûtînî got, " ji sala 2000î û vir ve, hasilata navxweyî ya ne-safî bi qasî 75% zêde bûye, ya hilberîna pîşesaziyê bi qasî 70% û muçeyên bi qasî 3.5% û yên karnekaran a 3.6%î zêde bûye. Mueyideyan bandor li aboriya Rûsyayê kir lê ne bi qasî erzanbûna petrolê bandor kir. Aboriya Rûsyayê li ser mezinbûnê berdewam e. Ji bo demeke nêzîk û navîn, bipêşdeketina aboriya rûsî hat misogerkirin.

      Serokê rûsî got, "rêjeya enflasyonê ya li Rûsyayê bi qasî 2.5an rekor şkand. Vebherênerên biyanî yê rasterast di sala 2017an de derketin du qatan û asta 23 milyar dolarî dît."

    • 12:35

      Pûtîn: Ez serbixwe beşdarî hilbijartina 2018an bibim

      Pûtîn eşkere kir ku serbixwe beşdarî hilbijartina 2018an bibe, “Lê ligel vê ez li benda piştgiriya saziyên sizîl û partiyên din im.”

      Pûtîn, “Hêj min biryara xwe nedaye bê gelo kî bibe midûrê kampanyaya hilbijartinê bibe. Ez ê neveşêrim ku me vê mijarê doh axiviye.”

      Herwiha serokê rûsî beriya niha careke serbixwe, carekî jî wek namzede partiyekî beşdarî hilbijartinê bibû. Pûtîn di salên 2000 û 2005an de serbixwe beşdarî hilbijartinê bibû, di sala 2012an de jî namzede Partiya Rûsya Hevgirtî beşdarî hilbijartinê bibû.

      Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

      Pûtîn namzediya xwe ya ji bo serokatiyê ragihand

      Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku di hillbijartina serokatiyê ya 2018an de dibe namzed.
      bêhtir bixwîne
    • 12:32

      Pûtînî bersiva wê prisyarê neda ku dibêje, ji ber popularîtiya wî gelekî zêde ye û reqîbekî wî yê bi bandor tine, aciz nabe.

      Di şûna vê de, Pûtînî xwest bersiva pirsyareka kesekî bide ku li ser "bay bay Pûtîn" dinivîse bigire.

      Rojnamgerê ku got, dijberî famkirina wê ya ewil nivîsa ‘Bay Bay Pûtîn’ bi Tetarî weke ‘Bavê Pûtîn’ hatiye wergerandin lê wateya wê rasttir ‘Bavê Mezin Pûtîn’. Vê yekê kir ku hem Pûtîn hem jî yên li salonê di ber xwe de bibişirin.

    • 12:25

      Yek ji wan kesên ku hatine civîna çapemeniyê daku ji Pûtînî pirsan bikin, rojnamevan Kseniya Sobçak e ku dê di hilbijartinên bê de bibe reqîba Pûtînî.

    • 12:18

      Hema hema programa hilbijartinan amade ye

      Pûtînî destnîşan kir ku hema hema programa hilbijartinê amade ye û wiha axivî: "bingehê programê, bipêşdexistina tenduristî û perwerdehiyê û ez ê li ser zêdekirina muçeyan bisekinim."

      Herwiha serokê rûsî diyar kir ku piştrast e, li Rûsyayê di mijara jêderên etnîkî de rewşeke akût tine.

      Pûtînî got, "divê derdora siyasî ya li Rûsyayê rikeber be" û diyar kir ku " ez ê ji bo vê bixebitim. Lê helbet ez e nikarim reqîbên xwe jî perwerde bikim. Niha reqîbê v^edesthilaTê tine. Ji ber ku di warê aborî û siyasî de bipêşdexistin çêbû."
      HEWCEDARIYA MUXALEFETÊ BI AJENDAYEKE TIJE HEYE’

      Pûtîn, “Divê muxalefet tiştên ku gelê Rûsyayê baweriyê pê tîne temsîl bike. Gel mafdar e ku di gelek mijaran de bêmemnûniyetiya xwe bîne ziman. Lê muxalefet ajendayeke tije peşkeş nake. Hewcedariya muxalefetê bi ajendayeke rasteqîne, demdirêj û tije heye.”

      Bi Vladîmîr Pûtîn re xeta yekser
      © Sputnik / Yevgeniy Biyatin
    • 12:17

      Divê Rûsya berê xwe bide siberojê

      Pûtînê ku derbarê rewşa heyî ya mijarên bipêşdeketina aborî-civakî de axivî û got, "divê Rûsya berê xwe bide siberojê. Divê pergala siyasî nerm be û aborî xwe bispêre teknolojiya bipêşdeketî."

      Pûtînî got, "ji bo Rûsyayê mijarên bingehîn, perwerde û tenduristî ye."

    • 12:10

      Pûtîn hat salona ku dê lê bersiva pirsyarên rojnamevanan bide

    • 12:13

      Wek her sal, rojnamevanan Pûtîn dît û bi metodên balkêş hewl didin ku pirsyaran jê re bikin. Di wê navberê keçikekê pankarteke wiha  bilind kiriye ku li ser wiha dinivîse: "destûrê bidin bila keça kej pirsa xwe bike."

    weşana zindî
    Pûtîn derbarê referandûma Kurdistanê de axivî: Biryara wan bû
    +
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de