15:32 21 Çile 2018
Zindî
    Parlamentoya Rûsyayê

    Senatorê rûsî Cabarov: DYA bi biryarên şaş îtibara xwe winda dike

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Senatorê rûsî Vladimir Cabarov diyar kir ku Amerîka bi wergirtina biryarên şaş îtibara xwe ya li qada navnetewî ji dest dide.

    Cîgirê Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Konseya Federasyonê ya baskê jor a Parlamentoya Rûsyayê Vladimir Cabarov, bal kişand ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê Qudsê de û got, "Amerîka bi biryarên şaş ên polîtîkaya derve li qada navnetewî îtibara xwe winda dike."

    'DIVÊ AMERÎKA HESABÊ RÛSYA Û WELATÊN DIN JÎ BIKE'

    Cabarov da zanîn, "Bi hewlên xwe ferzkirinê polîtîkayên gerdunî nayên pêkanîn. Divê amerîkî, hesabê Rûsyayê û welatên din jî bikin."

    Senatorê rûsî diyar kir ku statuya Qudsê ji hêla hiqûqê ve bi belgeyên navnetewî hatiye diyarikirin û go, "Bi biryara Amerîkayê re, rewşa pêvajoyên mizakereyan vegeriya rewşa salên berê."

    Bi heman mijarî:

    YPG: Me wesayîta artêşa Tirkiyê ya kete sînorê Kobaniyê ruxand
    Netanyahu: Li Rojhilata Navîn yekane dewleta rêzê li ol û baweriyan digire Îsraîl e
    Çekdarên nenas li Kerkûkê êrîşî hêzên dijîterora Iraqê kirin
    Klona iPhone Xê dê ji 300 dolarî erzantir were firotin
    Dadgeha Selahatin Demirtaş sibe birêve diçe
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de