19:58 19 Çile 2018
Zindî
    Sovyet Sosyalist Cumhuriyetler Birliği (SSCB) Bayrağı

    Serokên rojavayî ji Sovyetan re wead kirine ku NATO dê ber bi rojhilat ve berfireh nebe

    © Sputnik/ Sergey Kuznecov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di beşek belgeyên ku di Arşîva Ewlehiya Niştimanî ya Zanîngeha Washingtonê cî digirtin û nepenîya wan hatiye rakirin de, derket holê ku serokên Amerîka û Rojavayê Ewropaya di serê salên 1990an de ji hevkarên xwe yên sovyet û rûsî re her tim gotine ku dê NATO ber bi Rojhilatê Ewropa ve berfireh nebe.

    Di belgeya ku di Arşîva Ewlehiya Niştimanî ya Zanîngeha Washingtonê de, gotine Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê James Baker ku di hevdîtina xwe ya di 3 Sibat 1990an ya bi Mîhaîl Gorbaçov re gotibû ku ‘em ber bi rojhilat ve gavekê jî navêjin' tê bibîranîn. Di belgeyê de ji bo vê gotina Baker re tê gotin ku: "Di salên 1990 û 1991an de di pêvajoya yekkirina Almanya de, tenê yek ji wan temînatan bû ku ji aliyê serokên rojavayî ve ji bo Gorbaçov hatibû dayin."

    GENSCHER BANGÎ NATOyê KIR

    Di belgeyê de telgrafeke ku ji Konsolxaneya Amerîka ya li Bonnê hatiye jî cî digre. Li gor telgrafê Wezîrê Karên Dervê yê Almanya yê wê serdemê Hans-Dietrich Genscher, bang li NATOyê kiriye ku axên xwe ber bi rojhilat ve an go ber bi sînorên Soveytan ve berfireh nekin. Genscher pêşniyar kiriye ku piştî Almanya bû yek bila Almanyaya rojhilat jî tekeve jêr sîwanê NATOyê.

    TEVÎ KARADAGÊ 13 ENDAMÊN NÛ

    Dema ku serokên Amerîka, Rojavayê Ewropa û Yekîtiya Sovyetan yekkirina Almanya muzakere dikirin, berfirehbûna NATOyê bibû meseleyeke serekî. Li gel sozên ku serokên rojavayî dabûn jî, NATO, herî dawî bi Karadag a ku di Hezîrana 2017an de beşdarî tifaqê bû 13 dewletên Rojhilatê Ewropayê beşdarî nav xwe kirin.

    Bi heman mijarî:

    NATO: Em ji destdirêjiya Îranê ya nava Iraqê aciz in
    Rasmussen: Mijara YPGê dikare NATO ji hev bixe
    Moskow: NATO li Ewropayê baregehan ava dike
    Serokomariya Tirkiye: Êdî wext hatiye ku em, endamtiya xwe ya NATO darîçav bikin
    NATO hejmara leşkerên xwe li Afganistanê derdixîne 16 hezaran
    Şoygu: NATO çekên êrîşê sewqî sînorê Rûsya dike
    NATO dê 3 hezar leşker bişîne Afganistanê
    Etîketan:
    sînor, gotin, pêşniyar, Hans Dietrich Genscher, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de