15:08 22 Çile 2018
Zindî
    ABD'ye ait B1-B ağır bombardıman uçağı Kore semalarında

    Rûsyayê ji bo Koreya Bakur hişyarî da Amerîkayê

    © REUTERS/ Yonhap
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku tevgerên Amerîkayê yên leşkerî ku li deverê nîvgirava Koreya Bakûr dike, wê pirsgirêkên li herêmê kûrtir bike.

    Zaharova di daxuyaniyên xwe yên heftane de axivî û got: "Mixabin Amerîka zêdekirina tevgerên xwe yên li Bakûrê Rojhilata Asyayê berdewam dike. Van forteyên ku Amerîka li herêmê dike wê bibe sedema derketina gelek encamên neyînî."

    Berdevka wezaretê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em bang li hemû aliyan dikin, bi taybetî li Koreya Bakûr û Amerîka dikin ku ji avêtina gavên xelet dûr bisekinin. Em bang li terefa dikin ku di demeke nêz de ji bo pirsgirêkên li nîv girava Koreyê bi awayek aqilane çareser bikin gav bavêjin."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova bo koalîsyonê: Qala marîfetên xwe yên li Afganistan, Libya û Iraqê bikin...
    Zaxarova: Em bi biryarin ku bi awayekî hevseng bersiva astengiyên ser RTyê bidin
    Zaxarova bertek nîşanî parvekirinên agahiyên derbarê Balyozxaneya rûsî da
    Zaxarova: Helwesta me ji beşdarbûna kurdan neguheriye
    Zaxarova: Em ê surprîzekê li Amerîkayê bikin
    Etîketan:
    hişyarî, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de