15:14 21 Çile 2018
Zindî
    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Lîsteya Soçiyê bi şêwira li gel gelek aliyan tê amadekirin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê derbarê Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê ya li Soçiyê de axivî û diyar kir ku amadekariyên wan ji bo Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê bi xurtî dewam dikin û ji bo lîsteya beşdarên kongreyê bi gelek aliyan dişêwirin.

    Zaxarovayê got, lîsteya Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê bi gelek aliyan dişêwirin.

    "TI SEDEM TINE KU MIROV BAWERIYA XWE BI ÇAVUŞOGLUYÎ NEYÊNE"

    Duh Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî ragihandibû ku wan lîsteya nûnerên kurdan daye Rûsyayê. Rojnamevanan ev ji Zaxarovayê pirsî û wê jî wiha bersiv da: "Agahiyeke min a zelal tine bê ka lîste hatiye stendin an na. Lê ti sedem tine ku mirov baweriya xwe bi daxuyaniya Çavuşogluyî neyêne".

    Herwiha Zaxarovayê destnîşan kir ku amadekarî ji bo kongreya Soçiyê tên kirin û got ku lîsteya beşdaran bi şêwira gelek aliyan tê amadekirin.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Lavrov, Muellîm û Zarîf wê li Moskowê li hev bicivin
    Zaxarova: Tespîtên li ser Xan Şêxûnê ne Tirkiye, divê OPCW bike
    Zaxarova: Mûeyîdeyê nû yên Ukraynayê keyfiyeta sansura siyasî ne
    Etîketan:
    Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê, Mevlut Çavuşoglu, Mariya Zaxarova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de