12:11 25 Gulan 2018
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn, peymana derbarê berfirehkirina baregeha Tartûsê de pêşkêşî Dûmayê kir

    © Sputnik / Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, peymana ku di navbera Rûsya û Sûriyê de hatibû îmze kirin ku tesîsa barkirina sotemeniyê ya li Tartûsê bi qasî ku keştiyên nukleerî jî bihewîne were berfirehkirin ji bo baskê jêr yê parlamentoya rûsî Dûmayê pêşkêş kir.

    Pûtîn, peymana ku di 18 Çile 2017an de hat îmze kirin û di 20ê Çilê de hat weşandin ku Bendera Tartûsê ji aliyê hêzên rûsî ve ji bo 49 salan dikare were bikaranîn pêşkêşî şande Dûmayê.

    Tê payin ku li bendera ku di çarçoveya peymanê de hatiye berfireh kirin de, keştiyên nukleerî jî di nav de 11 keştiyên rûsî di heman demê de li benderê bisekinin. Di peymanê de tê gotin ku ev hevkariya di navbera her du welatan de bi temamî ji bo parastinê ye û tu aliyên din nake armanc.

    ‘DÊ BEHREMENDIYÊN ARMADAYÊ ZÊDETIR BIKIN'

    Fermandarê berê yê armadaya rûsî Vîktor Kravçenko derbarê mijarê de ji çapemeniya rûsî re diyar kir ku berfirehkirina tesîsa barkirina sotemeniyê yê ya ji bo keştiya û piştgirîdana teknîkî, dê li Bahra Sipî û Rojhilata Navîn behremendiya armadayê zêdetir bike.

    Pûtîn doh li Sûriyê di dema serdana xwe ya ji bo baregeha hewayî ya Hmeymîmê de ragihandibû ku dê beşeke giring ya hêzên xwe yên li Sûriyê vekişînin.
    Serokê rûs diyar kiribû ku dê li Hmeymîm û Tartûsê herêmê ji bo mayina bi giştî dê bimînin.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Çavuşoglu û rayedarên tirk fermana Pûtîn şaş fêm kirin'
    Pûtîn di rêwîtiya Sûriyê de temaşeya balafirên Su-30 kir
    Pûtîn: Biryara Qudsê ya Trump, dibe ku bibe sedema pevçûnan
    Peskov: Pûtîn û Erdogan li Enqerayê dê rewşa Sûriyeyê biaxivin
    Pûtîn berî Tirkiyeyê serdana Sûriyeyê kir
    Pûtîn dîrektîf da ku hilberîna LNGyê bê zêdekirin
    Etîketan:
    armada, peyman, fermandar, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de