20:08 19 Çile 2018
Zindî
    Tabûra polîsên leşkerî yên Rûsyayê ji Sûriyeyê vegeriyan

    Beşeke leşkerên Rûsyayê ji Sûriyeyê vegeriyan welatê xwe

    © Sputnik/ Musa Salgereev / NewsTeam
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di çarçoveya fermana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ya roja borî de, balafira Beriev A-AWACS û tabura polis a leşkeran jî di nav de, beşa pêşîn a leşkerên Rusî yên li Sûriyeyê vegeriyan Rûsyayê.

    Piştî ku Pûtîn roja duşemê çû Baregeha Hewayî ya Himeymîm li Lazkiyeyê û ferman da, beşa pêşîn a hêzên Rûsî yên peywira xwe li Sûriyeyê temam kirin, vegeriya welatê xwe.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastin a Rûsyayê tabûreke polîsên leşkerî yên ji Yekeya Leşkerî ya Başûr jî bi balafirê vegeriya bajarê Mahaçkala yê li Dagistanê.

    Yekîneya ku ji sala 2016an û vir ve li herêmên ewlehî yên li Sûriyeyê dimîne, ji aliyê rayedarên leşkeri û malbatên leşkeran ve hat pêşwazîkirin.

    Di nav wan balafirên Rûsî yên vegeriyan de bilafira Beriev A-50 û balafira kontrolê (AWACS) jî cih girt.

    Pîlotên hatin bajarê Ivanovoyê ji ber serkeftina wan hatin pîrozkirin.

    Balafirên bombebarandinê yê Tu-22M3 jî vegeriyan baregehên xwe yên li nêzikî bajarê Kalugayê.

    Tê plankirin ku ji Sûriyeyê bi giştî 25 balafir, yekîneyên hêzên taybet, yekîneyên polîs ên leşkerî û pisporên paqijkirina mayinan vegerin Rûsyayê.

    Piştî vegera beşeke leşkerên Rûsyayê baregehên Hmeymim û Tartus ên li Sûriyeyê û herwisa navenda çavdêrîkirin a agirbestê wê xebatên xwe bidomînin.

    Etîketan:
    peywir, veger, Leşkerên Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de