15:24 21 Çile 2018
Zindî
    Quds

    Rûsya: Di warê Îsraîlê de em wekî Erdogan nafikirin

    © REUTERS/ Ronen Zvulun
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku ew bi helwesta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan a li hemberî Îsraîlê dizanin û got, lê em bi Enqereyê re ne li ser heman fikrê ne.

    Dmitriy Peskov îro civîna xwe çapemeniyê li dar xist û rojnamegeran di wê civînê de ji wî pirsîn, ku ew ji bo daxuyaniya Erdogan ‘Îsraîl dewleteke teror û dagirker e' çi difikire.

    Peskov ji bo vê pirsê got, "Em bi vê helwesta Erdogan dizanin û di rewşa heyî de helwest li helwesta Rûsyayê nayê. Helwesta Rûsyayê ya ji bo çareseriya Qudsê û Rojhilata Navîn gelekî baş tê zanîn."

    Peskov pirsa ‘Ev nêrîna Erdogan ji bo çareseriyê erênî ye an ne?' bêbersiv hişt û got, "Ez tiştekî li van gotinên zêde nakim."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump bi biryarekê Quds wekî paytexta Îsraîlê qebûl kiribû û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan jî nerazîbûn nîşanê vê biryarê dabû. Erdogan gotibû, "Îsraîl dewleteke dagirker û terorê ye."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan ji bo Qudsê bertek da Îsraîlê
    Ji serfermandarê berê bo Erdogan berteka Lozanê: Ne rast e!
    Li Zanîngeha Erdogan 190 şagirt ji ber xwarinê bi jahriyê ketin
    Serokê Filistînê Abbas li Tirkiyê bi Erdogan re civiya
    'Trump cesaret nekir li Erdogan bigere'
    Peskov: Pûtîn û Erdogan li Enqerayê dê rewşa Sûriyeyê biaxivin
    Erdogan: Amerîka bû şirîkê xwîna ku li Qudsê tê rijandin
    Etîketan:
    fikr, Serokomarê Tirkiyeyê, Berdevkê Kremlînê, Recep Tayip Erdogan, Dmitriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de