20:19 19 Çile 2018
Zindî
    Plaj - Betlane - Geştyar

    Tê çaverêkirin ku zêdetirî 4 milyon û nîv geştyarên rûsî biçine Tirkiyeyê

    © Sputnik/ Mihail Mokrushin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Platfora Operatorên Geştuguzariyê Cem Polatoglu diyar kir ku piştî qeyrana balafirê ji Rûsyayê bi qasî 100 hezar geştyarî serdan Tirkiyeyê kir lê piştî ku têkiliyên herdu dewletan asayî bûn ev hejmar derkete 3 milyonan. Polatoglu destnîşan kir ku tê payîn ku di sala 2018an de bi qasî 4 milyon û nîv geştyarên rûsî seredana Tirkiyeyê bikin.

    Polatoglu ragihand ku di warê geşt û guzariyê de ne tenê havînê herwiha 4 demsalan lebat heye. Tirkiye hem bi qeraxên xwe hem bi navendên xwe yên çile navendeke cazîbeyê ye. Ji ber vê yekê Tirkiye yek ji welatên ku herî zêde geştyar serdana wê dikin.

    ‘EM ÇAVERÊ NE KU JI 4 MILYON Û NÎVAN ZÊDETIR GEŞTYAR SEREDANA TIRKIYEYÊ BIKIN'

    Polatoglu destnîşan kir ku beriya krîza balafirê hejmara geştûguzaran 4 milyon û nîv bûye lê ev hejmar bi krîzê re daketibû 100-150 hezaran û wiha pê de çû, "Ev hejmareke gelek gelek kêm e. Lê piştî ku krîz çareser bû hejmar îro gihaye 3 milyonan û di sala 2018an de em çaverê ne ku ji 4 milyon û nîvan zêdetir geştyar seredana Tirkiyeyê bikin. Rezerveyên niha bi me wisa didine xuyakirin."

    ‘ÎSAL EM HÊVÎDAR IN KU EV HEJMAR ZÊDE BIBE'

    Polatoglu da zanîn ku ji ber rûdan û qewimînên li herêmê di salên 2016 û 2017an de bi tevahî pîşeya geştûguzariyê bi awayekî neyînî bandor girtiye û wisa berdewam kir, "Sala par kêm kêm geştyarên Ewropî hatin. Lê belê îsal em hêvîdar in ku ev hejmar zêde bibe. Lewra geştyarên Alman, Yûnanî, Holendî û Îtalyanî rezervasyonan dikin. Nîsbetî par sezoneke baş li pêşiya me ye, lewra geştyarên Ewropî dîsa me tercih dikin."

    Bi heman mijarî:

    Bi hinceta pesnê PYDê dane 3 tûrîst hatin desteserkirin.
    Balafira ku turîst têde bûn ket: 11 mirî
    Herî zêde turîst ji Rûsyayê çûne Tirkiyeyê
    Wesayîta ku turîst têde bûn qeza kir: 2 jê tirk 18 kes birîndar bûn
    Demirtaş: "Heke wekî me bikira ev der dê tijî turîst bûna"
    Etîketan:
    Turîstên Rûsî, turîst, Geştyar, Geştûguzar, Cem Polatoglu, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de