20:18 19 Çile 2018
Zindî
    Konstantîn Kosaçev

    Senatorê rûsî: Di serkeftina li dijî DAIŞê de para kurdan nayê înkar kirin

    © Sputnik/ Alexander Shalgina
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Senatorê rûsî Konstantîn Kosaçev, ragihand ku daxuyaniya ‘serkeftina li hember DAIŞê' ya hikûmeta Iraqê, dişibe bersiveke ku li hember serkeftinên artêşa Sûriyê ya bi piştgiriya hêzên fezayî-hewayî yên Rûsyayê hatiye dayin.

    Konstantîn Kosaçevê Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Konseya Federasyonê ku baskê jor yê Parlamentoya Rûsyayê di daxuyaniya ku ji Spûtnîkê re de ragihand ku:

    "Nûçeyên ku birêveberiya Iraqê şerê li hember DAIŞê bidawî kiriye û sînorê Iraqê û Sûriyê kontrolkiriye bêguman bi awayekî erênî dikaribûn werin nirxandin. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku li Iraqê şerê bi DAIŞê re qediyaye. Lê belê ev daxuyanî dişibe bersiveke Amerîkayê ku li Iraqê encamên serkeftî bidestnexistine û li hember serkeftinên rasteqîn yê Hêzên Fezayî-Hewayî yên Rûsyayê hatiye kirin."

    Kosaçev diyar kir ku heya DAIŞ bi temamî têk neçe dê ji bo hemû dewletên herêmê bibe xetere û weha pê de çû: " Divê em bibîrbixin ku ji ber vê yekê divê rewş bi gelemperî were nirxand ku artêşa Sûriyê tevî yekîneyên kurd û bi piştgiriya Hêzên Fezayî- Hewayî yên Rûsyayê ji hêla din ve DAIŞ heya bi ber sînor ajotine."

    Kosaçev aşkere kir ku Washingtonê gelê Iraqê û hêzên wêrek yên ewlehiyê pîroz kirine lê di mijara serkeftinên gelê Sûriyê de bêdeng maye an jî gotiye hûn bi rêbazên qedexe şer dikin û weha berdewam kir: "Lê belê helbet em ê mînakên xerab bikarneyînin û em ê Iraqê û hemû hêzên ku li terorîstan dane pîroz bikin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Encama hevpeymanê bi dest xist, tenê tunekirina Reqayê ye
    Alman, ji Amerîkayê bêtir li Rûsya ewle dibin
    Rûsya 5 ton alîkariya mirovî gihandin Heleb û Dêra Zorê
    Rûsya: Li Sûriyeyê sehaya esmanî ya Amerîkayê tune ye
    ‘Rûsya wê li hemberî Amerîkayê çekeke bi hêz bi pêş bixe'
    Amerîka: Ger Rûsya dawî li binpêkirinên xwe neyîne em dê bergiriyê bikin
    Etîketan:
    serkeftin, dewlet, birêveberî, Konstantîn Kosaçev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de