22:37 22 Gulan 2018
    Rakka-Suriye

    Rûsya: Encama hevpeymanê bi dest xist, tenê tunekirina Reqayê ye

    © REUTERS / Zohra Bensemra
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku serkeftina tunekirina DAIŞê beriya her tiştî aîdê rêveberî û artêşa Sûriyeyê ye.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê bersiv da daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves La Drian, ku gotibû "Rûsya li serkeftina tunekirin a DAIŞê li Sûriyeyê xwedî derket."

    Di daxuyaniya wezaretê de ev tişt hatin gotin, "Gelekî ecêb e, ku me ji wezîrê Fransayê bihîst, Rûsya li Sûriyeyê xwedî li serfiraziya dijî DAIŞê derketiye. serkeftina tunekirina DAIŞê beriya her tiştî aîdê rêveberî û artêşa Sûriyeyê ye."

    'HEVPEYMANÊ LI DIJÎ HÊZÊN HIKÛMETÊ CIH GIRT'

    Wezaretê bal kişand ser ku artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Hêzên Hewayî-Fezayî yên Rûsyayê bi sedan şûnwar ji DAIŞê rizgar kiriye û nêzikî tevahiya Sûriyeyê bi dest xistiye û herwisa derbirî ku hêzên hevpeymanê li Dêra Zorê bi bombebarankirina sengerên artêşa Sûriyeyê li dijî hêzên hikûmetê cih girtin.

    'ENCAM ÎMHAKIRINA REQA Û ŞÊNIYÊN WÊ YE'

    Wezareta diyar kir ku piştî têkoşîna 3 salan a li dijî DAIŞê hevpeymanê hêj nû anî ziman, ku ev cara pêşîn e ew ‘encamê' digirin û wezaretê ji bo encamê got, "Ev encam, bi bombebarankirinê îmhakirina Reqa û şêniyên wê bû."

     

    Bi heman mijarî:

    Hevpeymanê kuştina 801 sivîlî qebûl kir
    YPGê bo Dêra Zorê daxuyaniyek da: Bi alîkariya Rûsya û hevpeymanê me Dêra Zor kontrol kir
    Berdevkê hevpeymanê: Divê ji bo civînê em peywendiyê li gel pêşmerge deynin
    Lahûr Şêx Talabanî bi fermandarekî hevpeymanê re civiya
    Pêşmerge: Me ji welatên hevpeymanê xwest ku roleke girîng bilîzin
    Li Reqqayê di enacama bombebarana balafirên hevpeymanê de 10 sivîl mirin
    Etîketan:
    tunekirin, encam, hevpeymana navdewletî, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de