10:29 22 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

Pûtîn dîrektîf da ku hilberîna LNGyê bê zêdekirin

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn tevlî merasîma tesîsa hilberîna Gaza Xwezayî ya Lîkît (LNG) ya li Herêma Xweser a Yamal-Nenetskê bû. Pûtîn dîrektîf da ku hilberîna LNGê bê zêdekirin

Pûtîn derheqê mijara hîlberîna LNGyê de axivî û got, "Ev yek ji bo Rûsyayê gaveke girîng e. Ne tenê di warê enerjiye de, herwiha di warê hilberîna gazê û LNGyê de jî gaveke girîng e. Di heman demê de di warê pêşdebirina Rêya Behrê ya Bakur û Arktikê de jî projeyeke qerase ye."

Pûtîn car din girîngiya zêdekirina hilberîna LNGyê anî ziman.

Vladimîr Pûtîn girîngiya hilberîna LNG anî ziman û di vî warî de dîrektîf dan rayedaran ku hilberîna LNGê zêdetir bikin.

‘HATE TESCÎLKIRIN KU RÛSYA YEK JI DÊW ÊN ENERJIYÊ YE'

Pûtîn bi vê munasebetê derbirî ku Rûsya yek ji dêw ên enerjiye ye.

Pûtîn got, "Tesîsa li Yamalê, ji aliyê endustriya gazê, ji aliye pêşdebirina aboriya welêt asoyên nû vedike û di qada tekonolojiyê de derfeta îstîhdamê zêdetir dike."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Pûtîn di daxuyaniya xwe ya meha adarê de destnîşan kiribû ku Rûsya yek ji mezintirîn hilberinerên LNGyê ye.

Bi heman mijarî:

Kremlin: Dibe ku Putîn û Erdogan li Pekînê hevdîtenekê bikin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê: Amadekariyên hevdîtina Putîn û Trump dest pê kirin
Peskov: Putîn û Trump dê parametreyên peywendiyên dûalî bipeyivin
Putîn û Sîsî, mijara trafîka hewayê ya herdû welatan guftigo kir
Putîn: Têkiliyên me bi Ermenistanê re zû bi peş ve diçin
Putîn: Geştiyarên rûsî amadene ku berê xwe ji Tirkiyê bizîvirînin Yewnanîstanê
Etîketan:
LNG, enerjî, hilberîn, Vladimîr Pûtîn, Arktik, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de