18:08 24 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

Pûtîn roja duşemê serdana Enqereyê dike

© Sputnik / Sergey Guneev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî daxuyaniyên Serokkomariya Tirkiyeyê û yên Kremlinê, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dê roja duşema 11 Berfanberê serdana Enqereyê bike daku mijarên herêmê û dualî gotûbêj bike.

Serokkomariya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand: Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê birêz Vladîmîr Pûtîn dê li ser vexwendina Serokkomarê me birêz Recep Tayyip Erdogan 11ê Berfanbera 2017an serdana welatê me bike. Serokkomarê me û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dê li Enqereyê bicivin û tê pêşbînkirin ku herdû serok li ser têkiliyên dualî yên Tirkiye û Rûsya û herwiha di serî de mijara Qudsê, geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û mijarên navneteweyî û herêmî de biaxivin."

Ji aliyê din ve, Kremlinê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Pûtîn di serdana xwe ya karî ya 11ê Berfanberê de dê li gel Erdoganî projeyên di qada enerjiyê de û hevkariya dualî gotûbêj bike.

Herwiha Kremlinê di daxuyaniya xwe destnîşan kir ku herdû serok dê li ser qeyrana Sûriyeyê, rewşa Rojhilata Navîn û kêşeyên navneteweyî jî biaxivin.

ÎSAL EV CIVÎNA 7EM E

Di 22ê Mijdara borî de herdû serok li gel Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li bajarê Soçiyê civiyabûn û bi vê civînê re dê bibe cara 7em ku Erdogan û Pûtîn di yek salê de dicivin.

 

Bi heman mijarî:

Erdogan: Me Leşkerên xwe ji tetbîqata NATOyê vekişandin
HDPê bersiv da gotinên Erdogan ku gotibû terorîst 15 zarok tînin
‘Ti kes newêre bêje Erdogan ji te mezintir Xweda heye'
Erdogan: Encamên ku ji ber têkiliya bi Rûsyayê re me bi dest xistin pir girîng in
Hevdîtina Erdogan û Rûhanî dest pê kir
Arinç: Min ji Erdogan re got nebe namzedê serokomariyê
Etîketan:
Vladîmîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de