06:15 25 Gulan 2018
    Wezîrê Karên Derve Lavrov di civîna rojnamegeran ya li Viyanayê diaxive

    Lavrov: Li Idlîbê bi Amerîkayê re tu plana me ya hevkariyê tune ye

    © REUTERS / Leonhard Foeger
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku di mijara Idlîbê de Rûsya bi şayîşa ku wê bêencam bimîne planeke wê tune ye ku bi Amerîkayê re rêkeftinekê pêk bîne.

    Lavrov li Viyanayê di konferanseke çapemeniyê de axivî û got, "Li Idlîbê rewş hîn jî bi xetere ye. Ji ber aramkirina herêmê danûstendinên me bi hevkarên me yên ji Tirkiye, Îran û Sûriyeyê didomin."

    Lavrov di daxuyaniya xwe de teqez kir ku, "Li herêmê bi Amerîkayê re tu planên me yên rêkeftinê tune ne. Lewra teqez ev yek bêker e."

    Rûsya piştî civînên li Astanayê ji meha gulan û vir ve bi Tirkiye û Îranê re hewl dide herêmên ku rakêşî lê bê kêmkirin ava bike.

    Li gorî planan tê çaverêkirin ku ev herêm li Idlîb, Hums, Guta ya rojhilat û Deraa bêne avakirin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Idlîb hêma bêje temam bûye dora Efrînê ye
    Lavrov û Tillerson hevdîtin pêk tînin
    Lavrov daxuyaniyên Amerîkayê yên derbarê Koreya Bakur de şermezar kirin
    Lavrov li ser biryara Amerîka ya derbarê RT de axivî: Pûtîn çi gotibe em ê wê bikin
    VÎDYO - Rûsya, li Hema, Idlîb û Himûsê li çeperên DAIŞê da
    Etîketan:
    Çareseriya Pirsa Sûriyeyê, herêmên aramkirinê, çapemenî, konferans, Sergey Lavrov, Viyana, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de