00:37 13 Kanûn 2017
Zindî
    Kim Jong-un

    Ji Rûsyayê bo Amerîkayê: Koreya Bakur amade ye

    © REUTERS/ KCNA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe de ragihand ku Pyongyang dixwaze di mijara garantiya ewlehî de bi Washîngtonê re hevdîtinê bike û Moskowa jî ji bo piştgiriyê amade ye.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li bajarê Viyana yê Avusturyayê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson re hevdîtinek pêk anî. Lavrov piştî civînê di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Me bi Tillerson re mijara Koreya Bakur xeberda. Di vê babetê de helwesta me neguheriye. Divê ev cephegirtin û provokasyon bi dawî werin."

    Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Koreya Bakur di mijara garantiya ewlehiyê de amade ye bi Amerîkayê hevdîtinan bike. Em jî ji bo berdewamiya muzakereyan amade ne piştgiriyê bidin."

    Wezîrê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de ji bo pirsgirêka Koreya Bakur bangî aliyan kir û got: "Divê pirsgirêk bi rêya diyalog û hevkariyê werin çareserkirin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov sedema zêdebûna terorê li Rojhilata Navîn diyar kir
    Lavrov: Em giringiyê didinê ku Rojhilata Navîn neyê perçekirin
    Wezareta Rûsî: Em li ser hevdîtina Lavrov û Tillerson dixebitin
    Lavrov û Tillerson hevdîtin pêk tînin
    Lavrov daxuyaniyên Amerîkayê yên derbarê Koreya Bakur de şermezar kirin
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Rex Tillerson, Sergey Lavrov, Koreuya Bakur, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de