00:36 13 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan û Pûtîn bi telefonê derbarê Qûdsê de axivîn

    © Sputnik/ Сергей Гунеев
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi telefonê derbarê Qudsê de axivîn. Herdu serokan derbarê danûstendina fikrî û şopandina mijarê de lihevkirin.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi telefonê pêwendî danîn û li ser mijara Qudsê axivîn.

    Erdogan amaje pê kir ku Îsraîlê di sala 1980î de Qûds tevlî axa xwe kiriye lê ev biryar ji terefê Neteweyên Yekbûyî (NY) û civaka navdewletî hatiye redkirin û got ev biryar dê zirarê bide aştî û istikrara herêmê.

    HERDU SEROKAN DERBARÊ DANÛSTENDINA FIKRÎ Û ŞOPANDINA MIJARÊ DE LIHEVKIRIN

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî diyar kir ku ew jî di heman fikrî de ye. Herdu serokan li ser şopandian mijarê li hev kirin. Herwiha herdu serokan derbarê danûstendina fikrî û şopandina mijarê de mutabiq man.

    KREMLÎNÊ DAXUYANDIBÛ

    Berdevkê Çapemeniyê yê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Dmitri Peskov êvarkî ragihandibû ku îşev dê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokomarê Trikiyeyê Recep Tayyip Erdogan re biaxive.

    Herwiha Peskov teqez kiribû ku, ji rûdan û rakêşiyên piştî daxuyaniya Donald Trump yên li herêmê nîgeran in û wiha pê de çûbû, "Ev biryar dê tu tiştî li çareseriya Rojhilata Navîn zêde neke, berevajî wê dê di nava gel de dabeşiyê zêdetir bike."

    Erdogan derbarê civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî ya 13ê berfanbarê ya li Stenbolê Pûtîn agahdar kir.

    KREMLÎN: DERBARÊ REWŞÊN BI FIKAR DE GUFTUGO HATIN KIRIN

    Li gorî daxuyaniya ku ji Kremlînê hatiye kirin, Pûtîn û Erdogan derbarê weke paytext naskirina Qûdsê ji aliyê Amerîkayê ve nîgeran in.

    Kremlînê derbarê pêwendiya bi aliyên tirk re daxuyanî da û got, "Di pêwendiya bi telefonê de herdu serokan derbarê weke paytext ragihandina Qûdsê nîgeraniya xwe anîne ziman. Û amaje bi wê yeke hat kirin ku gavên wiha dê aştî û istikrara Rojhilata Navîn têxe xetereyê."

    Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin ku, "Serokomarê tirk Recep Tayyip Erdogan di derbarê civîna Erdogan derbarê civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî ya 13ê berfanbarê ya li Stenbolê Pûtîn agahdar kir."

    Bi heman mijarî:

    Trump serokê Filîstînê pê haydar kir ku paytexta Îsraîlê ji Telavîvê bibin Qûdsê
    Tillerson: Me amadekariyên birina balyozxaneyê bo Qûdsê dan destpêkirin
    Dê Trump îro biryara bo Qûdsê ragihîne
    Netenyahu nasnameya êrişkarê Qûdsê eşkere kir
    Li Qûdsê bi TIRê êrîş kirin: 4 kesan can da
    Etîketan:
    lihevkirin, danûstendin, Pêwendiya telefonê, Recep Tayip Erdogan, Vladimir Putin, Quds, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de