02:29 13 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerên li baregeha Tartûsê wezîfedar

    Rûsyayê derheqê baregehên Hmeymim û Tartusê de daxuyanek da

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Komîteya Parastinê yê Dumaya Dewletê ya baskê jêr a parlamentoya Rûsyayê Vladimir Şamanov derheqê baregehên Hmeymim û Tartûsê de got ku baregeh dê piştî şerê Sûriyeyê jî aktîv bin.

    Şamanov ji çapemeniyê re axivî û got, "Baregehên Hmeymim û Tartûsê dê piştî şerê Sûriyeyê jî aktîv bin û di heman demê Rûsya di demeke dirêj li herêmê be û hebûna xwe, derfet û qebîliyetên xwe dê zexmtir bike."

    Li gorî Şamanov li xaka Sûriyeyê ligel zehmetiyan ‘destpêka çareseriya krîzê detpêkiriye'.

    Şamanov destnîşan kir ku Rûsyayê di operasyonên li Kafkasan tecrube qezenc kiriye û bi baweriya wî dê bi hevkarên xwe yên garantor li Sûriyeyî tecrûbeyên xwe parve bikin. Ji aliyê din ve Şamanov eşkere kir ku piştî krîza Sûriyeyê ew hewl didin plana çareseriyê têxinê meriyetê.

    Parlementerê rûsî got, "Di çarçoveya vê planê de dê teqwîma paşdekişandia leşkeran were diyarkirin lê div î warî de birara dawî ya Serokê Dewletê Pûtîn e."

    Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasimov teqez kiribû ku tevahiya xaka Sûriyeyê ji terorîstên DAIŞê hatiye paqijkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya plan dike derfetên teknîkî yên baregeha Tartusê zêde bike
    Rûsyayê bi rêya deryayî bo Tartusê 10 ton alîkarî şandin
    Wê Rûsya baregeha Tartusê mezintir bike
    Baregeha rûsî ya li Tartusê wê Sûriyeyê ji metirsiyan biparêze
    Wê maweyê peymana baregeha Rûsya li Tartusê 49 sal be
    Etîketan:
    Çareseriya Pirsa Sûriyeyê, Şamanov, Gerasimov, Hmeymim, Tartûs, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de