15:36 18 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Ebdulfetah El Sîsî

    Pûtîn serdana Misrê dike

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo serdaneke fermî di 11ê Berfanbarê de roja Duşemê serdana Misrê dike.

    Li gorî daxuyaniya Kremlînê Pûtîn û Serokomarê Misrê Abdulfettah el Sîsî li Kahireyê hevdîtin pêk bînin û têkiliyên siyasî, enerjî, bazirganê û aborî yên di navbera her du welatan de binixînin.

    Pûtîn û Sîsî di serî de dabînkirina ewlehî û îstîqrara Afrîkaya Bakur û Rojhilta Navîn, mijarên ku di rojeva navneteweyî de derketin pêş dê binirxînin.

    Di dawiya meha Mijdarê de di dema nimêja înê de li dijî mizgefteke li Nîvgirava Sînayê ku DAIŞê li wir bibandor e, êriş pêk hatibû û di encamê de jî ji 300an zêdetir kes hatibûn kuştin.

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu piştî êrişê li Kahîreyê bi Sîsî re hevdîtin pêk anîbû û diyar kiribû ku, "Em piştgiriya têkoşîna li dijî terorîzmê li Misrê dikin."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Em Lîstîkên Olîmpiyadên Zivistanî qetîyen boykot nakin
    Pûtîn: Tesbîta IOCê ya ku dibêje li Rûsyayê pergaleke dopîngê tune ye girîng e
    Pûtîn: Herdû rexên Firatê ji DAIŞê hatin paqijkirin
    Pûtîn namzediya xwe ya ji bo serokatiyê ragihand
    Pûtîn gîtar diyariyî xwendekara dibistana muzîkê kir
    Etîketan:
    fermî, serdan, Kremlîn, Abdulfettah El Sîsî, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de